Bayik: Komploya nû û hewldanên tesfiyeyê tewş in

Bayik: Komploya nû û hewldanên tesfiyeyê tewş in

 Endamê Koneya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got: “Di demên dawî de serokwezîrê tirk girtina serfermandaran a di girtîgehê de rexne dike” û pirsa “Çi bû serokwezîr hez ji serfermandaran kir?” û wiha domand: “Bêguman ev bi şerê li dijî Tevgera Azadiya Gelê Kurd ve girêdayî ye.”Bayik bal kişand ser komployên nû û hewldanên tasfiyekirinê û got: “Komploya nû û hewldanên tesfiyeyê tewş in.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya ku di rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîkayêd e hatin weşandin de bal kişand ser hewldan û komployeke  nû got: “Ev hewldan pirsa gelo çima bi Rêberê Gelê Kurd re pêwîstiya hevdîtinê hat kirin tîne hişê mirov. Bêguman hikûmeta AKP’ê di sala 2012’an de li dijî Tevgera Azadiyê bi ser neket û gelekî ket zehmetiyê û mecbûr ma ku hevdîtinan bide destpêkirin”

Bayik di nivîsa xwe ya bi ser navê “Komploya nû û hewldanên tesfiyeyê tewş in” de wiha dibêje:

“Hikûmeta AKP’ê hem ji pêvajoyê, hem jî bi hewaya ku diafirîne wekî ew ê pirsgirêka kurd çareser bike tev digere û li aliyê din jî amadekariya şer dike. Di demên dawî de serokwezîrê tirk girtina serfermandaran a di girtîgehê de rexne dike, serfermandarek bi gotina; ‘Pirsgirêka wî ya tenduristiyê heye’ tê berdan. Ji berdanê zêdetir, çapemeniyê bi zêdehî bi awayekî pozîtîf weşandina nûçeyên ji bo berdana serfermandar û serokwezîr ku bi telefonê bi keça serfermandar re axivî, mirov bixwaze û nexwaze pirsan dide pirsîn. 

Demek berê AKP’a ku bi piştgiriya DYA û Ewropayê ev serfermandar avêtin girtîgehê niha çi bû dest bi parastina wan kir? AKP’a ku îdia dike wesayeta leşkerî ji holê rakiriye, niha çima bi leşkeran re li hev tê, her wiha dibe parêzerê wan? Di pişt vê de dibe sedemên gelek girîng hebin. Ya rast serokwezîr sedemên wê hinekî vekir. Diyar kir ku ev girtin ji hêla têkoşîna bi terorê re qelsiyan derdixe holê.

Çi bû serokwezîr hez ji serfermandaran kir? Bêguman ev bi şerê li dijî Tevgera Azadiya Gelê Kurd ve girêdayî ye. Di sala 2012’an de projeya leşkerên bi pere têk çû. Bi salan bû propagandaya leşkerên bi pere yên profesyonel dihat kirin, ew jî di sala 2012’an de diyar bû ku nika rin şer bikin. Leşkerên bi pere li dijî berxwedana gerîlayan têk çûn. Çiqasî pere bidin jî derket holê ku ev artêşa nû nikare şer bike, ev hat fêmkirin. Ji ber wê di havîna 2012’an de dîsa hêzên klasîk ên artêşê xistin dewrê. 

Hezkirina serokwezîr a serfermandaran wiha dest pê kir. Di demên dawî de fermana ji bo dadgehan serfermandaran zû berdin jî, bi biryara wî ya şer a sala 2013’an ve girêdayî ye.  Hikûmeta AKP’ê xwe ji şerekî dijwar re amade dike û ji bo wê jî dixwaze serfermandaran serbest berde. AKP’ê bi salan xwe wekî demokrat û li dijî leşkeriyê nîşan da, bi vî şeklî piştgiriya civakê wergirt. Di vê mijarê de di hin astan de serkeftî be jî. Êdî bi dewletê daye qebûlkirin û hin cihên girîng bi dest xistiye û wekî hêzekî bi leşkeran re li hev hatiye. Ji bo vê lihevhatinê serbestberdana serfermandaran jî bi kêrî wî tê. Di vê rewşê de bi zelalî tê dîtin ku polîtîkayeke AKP’ê ya çareserkirina pirsgirêka kurd jî tune ye. Nexwe nediket rewşa parastina serfermandaran.  

Piştî AKP’ê hilbijartinên 2011’an bi serkeftî bi dest xist û biryara tasfiyekirina Tevgera Azadiyê Gelê Kurd da hin tercîhên xwe jî guherand. Jixwe di hilbijartinên 2012’an de ji cihê parlamenterên ku pirsgirêka kurd nîqaş dikin, wan kesên bi tevahî ji hêla aborî ve bi wî ve girêdayî bûn tercîh kir. Bi hevkarên nû re li Kurdistanê polîtîkaya şer da destpêkirin. Êdî ketin nav nêzikatiyeke ku lîberalan jî zêde li ber çavan negirin. Hin beşan di salên destpêkê yên desthilatdariyê de kurd û lîberal bi kar anîn, gava di nava dewletê de bi cih bûn êdî zêde qîma xwe bi wan neanîn. Ji ber wê di şer de kesên li cem wan cih girtin û li pişt wan bûn hatin tercîhkirin. 

Ev hewldan pirsa gelo çima bi Rêberê Gelê Kurd re pêwîstiya hevdîtinê hat kirin tîne hişê mirov. Bêguman hikûmeta AKP’ê di sala 2012’an de li dijî Tevgera Azadiyê bi ser neket û gelekî ket zehmetiyê û mecbûr ma ku hevdîtinan bide destpêkirin. Ji ber ku didît dê di 2013’an de gelekî bikeve zehmetiyê. Lê polîtîkayeke wê û projeyeke wê jî tune ye. Ji bo di esasê xwe de bendewariyekî biafirîne ku ev jî pêk nehat serî li riya şer da. Polîtîkaya wî ya nû ev e. Rêberê Gelê Kurd jî vê tengezariya AKP’ê dibîne meyla çareseriya civaka Tirkiyeyê, pozîsyona bi hêz a Tevgera Azadiyê, mercên herêmî û navneteweyî dinirxîne dixwaze dewleta tirk bikişîne çareseriyê. Ew pêvajoya ku AKP û çapemenî bi berfirehî dinirxîne demeke têkoşînê ya wiha di nava xwe de dihewîne. Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê heke derfeteke ji bo çareseriyê hebe dixwaze vê binirxîne. Lê tê xuyakirin ku polîtîkayên AKP’ê yên heyî bersiveke erênî nade Rêberê Gelê Kurd. Heke di nêzikatiya AKP’ê de guherîneke mezin çênebe, ji niha ve tê dîtin ku dê sala 2013’an di nava şerekî dijwar de derbas bibe. 

Di vê rewşê de dê AKP hevdîtinên heyî û hewaya qaşo li holê niyeteke çareseriyê heye ji bo meşrûkirina şer bi kar bîne. Li holê tu polîtîkayên wê yên çareseriye tune bin jî, dê serî li propagandaya; “Me dixwest em çareser bikin lê PKK’ê xirab kir” bide. Lewre divê mirov şerê derûnî û hewaya di çapemeniyê de dê çareseriyek pêk were bi vî şeklî bigire dest. Ji bo wê jî divê gelê kurd û hêzên demokrasiyê hişyar bin. Divê ji AKP’ê re bê gotin ku dest ji peyvê ber de, tu yê çi bikî wê dayne holê. 

Hê jî feraseta ku dibêje; “Hikûmeta me bi Îmraliyê re hevdîtinan nake, em vê nikarin bi raya giştî re parve bikin” didome. Heke ku bi vî seriyê li cihê çareseriyê, li cihê gavên demokratîk û azadiya kurdan gav neyên avêtin û vegotina her dem çekan berdin, derkevin derveyî sînor were bikaranîn ew ê tu çareserî pêk neyê. Tenê tiştekî serokwezîr gotiye ew e ku derkevin derveyî sînor em ê êrîş nekin. A din jî heke rêveberên PKK’ê li welatekî cuda bixwazin bijîn dê dengê xwe ji wan re dernexin! Ev ji gelekî re heqaret e! Di pirsgirêkeke ew qas cidî de bêcidiyeteke ew qas mezin tenê di feraseteke înkarê de dibe. Em bi cehaleteke, hêj rastir em bi paşverûtiyeke ku bawer dike dê înkarê bi rûpoşekî nû bi kurdan bide bawerkirin re rû bi rû ne. 

Hêza berxwedana vê rêxistinê hîna jî nehatiye fêmkirin. Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Gelê Kurd Komploya Navneteweyî vala derxistine. Ji bo vê rêxistinê û ji bo vî gelê rewşeke ji komployê mezintir nabe. Rêbertî û rêxistina ku ji vê rewşa giran zanibe derkeve dê bi rehetî AKP’a ku lingê wê li hewa ye têk bibe û vala derxe. 

Vê rêxistinê bi hezaran şehîd, û berxwedaneke mezin a gel komplo vala derxistiye. Dê hewldana AKP’ê ya ku komployê ji nû dike jî bi rehetî vala derbixe. Girêdana bi şehîdan re û sozên ji bo parastina hebûna neteweyî û têkoşîna bi destxistina azadiyê ku me dane gel dê bibiryadariya mezin serkeftinê bîne.

Em gelê xwe yê ku ji nav xwe lehengên Tevgera Azadiya Kurdan derxistiye bi minet silav dikin û komplogerên ku êş û azarên mezin bi gelê me dane kişandin jî nelet dikin.