Bayik: Pêvajo li ber qedandinê ye
Bayik: Pêvajo li ber qedandinê ye
Bayik: Pêvajo li ber qedandinê ye
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Em hatin dawiya pêvajoyê. Ya wê bi tevgera Kurd re muzakereyên kûr û watedar bên qebûlkirin yan jî dê li Tirkiyê şerê navxweyî derkeve."
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji Ajansa Nûçeyan a Reutersê re li Qendîlê axivî û destnîşan kir ku ji bo başkirina şert û mercên ragirtinê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di mijara guhertinên destûra bingehînî de garantiyan û rêveçûna pêvajoyê bişopîne, wan xwestine aliyekî sêyemîn bê diyarkirin.
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Em hatin dawiya pêvajoyê. Ya wê bi tevgera Kurd re muzakereyên kûr û watedar bên qebûlkirin, yan jî dê li Tirkiyê şerê navxweyî derkeve."
‘EGER HIKÛMET GAVÊ NEAVÊJE, TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ DIKARE JI NÛ VE DESTPÊ BIKE’
Bayik hişyarî da ku eger hikûmet gavê neavêje, dibe ku têkoşîna çekdarî ji nû ve destpê bike û anî ziman ku ji bo başkirina şert û mercên ragirtinê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di mijara guhertinên destûra bingehînî de garantiyan û rêveçûna pêvajoyê bişopîne, wan xwestine aliyekî sêyemîn bê diyarkirin.
Bayik ragihand ku Hêzên wan ên ji destpêka pêvajoya aştiyê ji meha Adarê ve ji Tirkiyê derketine, dikarin vegerin û got, "Em hatin dawiya pêvajoyê. Ya wê bi tevgera Kurd re muzakereyên kûr û watedar bên qebûlkirin, yan jî dê li Tirkiyê şerê navxweyî derkeve. Komên vekişiyane, eger hikûmet şert û mercên me qebûl neke, dê amadekariyên ji nû ve vegera li Bakurê Kurdistanê bikin."
Bayik da xuyakirin ku di rojên pêş de wê diyar bibe ka pêvajoyê ber bi kîjan alî ve biçe.
Bayik der barê 'pakêta demokratîkbûyînê' ya Serokwezîrê Tirkiyê Tayyîp Erdogan aşkera kir de ev nirxandin kir: "Hundirê pakêtê vala ye. Ti pêwendiya vê pakêtê bi demokratîkbûyînê nîne. Di fikir û ramanê de guhertin nîne."
Bayik da xuyakirin ku komên çete yên li Rojava li dijî Kurdan şer dikin ji Tirkiyê piştgiriyê digirin û li ser navê Tirkiyê bi "wekaletî" şer dikin û bi van gotinan Tirkiye hişyar kir; "Eger hikûmeta Tirk bi rêya van çeteyan êrîşên xwe yên li dijî Rojavayê Kurdistanê dewam bike, hingî mafê gelê Kurd heye ku şer derbasî nava Tirkiyê bike."