Bayik: Xelasiya AKP'ê çareseriya pirsgirêka Kurd e
Bayik: Xelasiya AKP'ê çareseriya pirsgirêka Kurd e
Bayik: Xelasiya AKP'ê çareseriya pirsgirêka Kurd e
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik krîza ji ber operasyonên bertîl û nelirêtiyê nirxand û got, "Di nava dewletê de dewleteke paralel heye. Xelasiya AKP'ê, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd e."
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, krîza siyasî a li Tirkiyeyê ku weke pevçûna AKP-Cemaetê tê binavkirin, ji ANF'ê re nirxand.
Bayik da xuyakirin ku doza KCK'ê doza êrîşeke tinekirinê ye û got, "Destpêkê dê di bin navê doza KCK'ê de hemû siyasetmedarên welatparêz, pêşhatinên xwezayî yên civakê li zîndanan bihata bicihkirin, civak bêrêxistin bihata hiştin û piştre jî bi êrîşên leşkerî re Tevgera Azadiyê ya Kurd bihata tinekirin. Di encama polîtîkayeke bi vî rengî ya hikûmeta AKP'ê û dewletê, girtinan destpê kir. AKP û Fetûllahiyên ev girtin kirin, di nava tifaqê de bûn. Dema girtinên KCK'ê bûn, di navbera Fetûlahî û hikûmetê de ti lihevnekirin nebû. Di mijara tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd de bûbûn yek, di vê çarçoveyê de operasyona qirkirina siyasî pêk anîn."
Bayik da xuyakirin ku diyare di vê mijarê de biryareke Desteya Ewlekariya Milî heye û got, "Ji ber ku heman piştî hilbijartinên herêmî yên 29'ê Adara 2009'an operasyonên qirkirina siyasî pêk hatin. Encamên hilbijartinan li MGK'ê hatin nirxandin û konsepta tinekirinê ya di vê çarçoveyê de hat pejirandin. Di salên 1990'î de biryara kuştinên kiryar ne diyar bi kîjan armancê hatibe wergirtin, biryara operasyonên KCK'ê jî bi heman armance hat wergirtin. Ji ber vê yekê, heta ku zîhniyetek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dernekeve holê, ne pêkane ku ev dîlgirtî bên berdan."
‘WE EMNIYET, HSYK RADESTÎ WAN KIRIN’
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ragihand ku hemû girtinên siyasî di encama polîtîkaya hevpar a AKP û Cemaetê pêk hatiye û destnîşan kir ku teqez dewleteke paralel heye.
Bayik got, "Hikûmeta AKP'ê niha dibêje dozger bi bêhiqûqî tevdigerin, xwe li nava polîsan, li nava emniyetê, li nava dadgeriyê bicih kirine. Dibêjin di nava dewletê de çete hene, dewleta paralel heye. Rast e, lê ev ne rewşeke nû ye. We ev hemû dizanîbûn. We HSYK radestî wan kirin. Di serî de Emniyeta Stenbolê, we jî dizanîbûn ku li qedemeyên girîng ên emniyetê hene. Ji ber ku we bi wan re hevkarî dikirin, tifaq dikirin, we dadgerî radestî wan kirin. Bi taybetî li Kurdistanê ji bo şerê qirêj bimeşîne, we rola esasî dan wan. Lewma, we li hemû liv û tevgera Fetûllahiyan çavê xwe girtin. Polîsan ewçend cînayet kirin, gelo hikûmetê heta roja îro li dij derket? Ewçend girtinên bêhiqûqî çê bûn, deng ji hikûmetê derket? Derneket. Ji ber vê yekê, hikûmeta AKP bi hevkariya bi cemaetê re, bi biryareke hevpar re bi hezaran siyasetmedaran li zîndanan radigire."
‘AKP'Ê PAKÊTÊN DEJENEREKIRINA DAXAWZÊN KURDAN AMADE KIR’
Bayik diyar kir ku li gel saleke agirbestê jî, serbestberdana siyasetmedarên demokratîk li aliyekî, girtiyên nexweş jî nehatine berdan û di vê mijarê de ev nuqte destnîşan kir:
"Dibêjin; dozger û dadgerên Fetûllahî wan bernadin. Gelo sedemeke bi vî rengî pêkan e? Eger hikûmet bixwaze dê tavilê biryarekê derxîne, bingeha wê ya hiqûqê ava bike û kes we nikaribe pêşî li serbestberdana girtiyên nexweş rawest e. Lê nêzîkatiyeke bi vî rengî nîne. Ji ber ku niyeteke çareseriyê nîne. Ger niyeta çareseriyê nebûya, dê baweriya civakê bi çareseriyê bianiya gav biavêta. Pakêtên di vê demê de hatin vekirin, ti pêwendiya xwe bi çareseriya pirsgirêka Kurd re nîne. Pakêtên ji bo daxwazên Kurdan dejenere bike, şerê psîkolojîk xurt bike, hatin vekirin. Pakêtên ji bo xapandina civakê ne. Ji kesên di nava nêzîkatiyeke bi vî rengî de ne, gelo di mijara operasyonên qirkirina siyasî de gavavêtinek tê hêvîkirin? Nayê hêvîkirin. Ji ber vê yekê ji bo derxistina siyasetmedarên demokratîk ji zîndanan, ti gav nehatiye avêtin. Ji bo pêngav û pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, tişta ku diviyabû destpêkê bihata kirin, serbestberdana siyasetmedarên demokratîk bû. Ji ber ku cewhera manîfestoya Newrozê siyaseta demokratîk e, pêşîvekirina li siyaseta demokratîk e. Di vê çarçoveyê de diviyabû hikûmet jî nêzîkatiya çareseriyê nîşan bida. Lê ev nîşan neda. Ji ber vê yekê em nêzîkatiya hikûmetê weke parçeyek ji polîtîkaya encamagirtina ji tundî û şerê piralî dibînin. Yên nexwazin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tine bikin, nikarin ewçend mirovan biavêjin zîndanan. Lewma, ragirtina girtiyên siyasî bi tena serê xwe, polîtîkayên dewleta Tirk û AKP'ê radixe pêş çavan."
‘PÊNGAVA RÊBER APO CIH LI AKP Û DEWLETA PARALEL TENG KIR’
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, der barê nîqaşên li ser bandora pevçûna AKP-Fetûllahiyan a li ser pêvajiya çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dawiya sala 2012'an de dabû destpêkirin de, ev nirxandin kir:
"Bêguman Pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad a Rêber Apo, di nava civaka Tirkiyeyê de meylek ji bo çareseriyê afirand. Di nava derdorên siyasî de meylek çareseriyê bi pêş xist. Dewleta paralele û lobiyên çareseriya pirsgirêka Kurd naxwazin, xistiye nava tengezariyê. Ji ber ku AKP xwedî polîtîkaya çareseriyê nîne, pêngava Rêber Apo cih li AKP'ê teng kiriye, Zor daye dewleta paralel, zor daye lobiyên cuda. Ji ber vê yek di mijara valaderxistina pêngava Rêber Apo de, her hêz berpirsyariya diket ser milê xwe bicih anî. Ji ber ku AKP xwedî projeyeke çareseriyê nebû, bi rêbazên cuda hewl da pêngavê vala derxîne. Pakêtên qaşo, hewldanên mijûlkirinê, yek ji vê rêbaza valaderxistinê bû. Dewleta paralel û lobî jî, ji xwe ji ber ku çareseriya pirsgirêka Kurd naxwazin, bi şêweyên cuda destek dan polîtîkayên neçareseriyê yên AKP'ê. Di xwepêşandanan de qetilkirina ciwanên Kurd, çêkirina qereqol û bendavan, teşwîqkirina PDK'ê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd, di vê demê de rû dan.
Lê belê ev rastiyeke: Li naverastê, pêvajoyek bi rastî nîne. Li holê nêzîkatiya maqûl û fedekariya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê heye. Ji vî alî ve nirxandinek, 'pêvajo hebû, ji aliyê AKP û eniya dewletê ve gav dihatin avêtin, pêvajo dikare xera bibe' nirxandinek şaş e. Pêvajo pêvajoyeke yekalî bû ku ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd û Rêber Apo ve dihat meşandin. Ne dewletê ne jî hikûmetê di vê pêvajoyê de gaveke cidî neavêtine. Ji bo xetimandin û bêwatebûyîna pêvajoyê, çi ji destê wan hat kirin. Divê ev yek bi taybetî were destnîşankirin. Lewma li holê pêvajoyeke du alî, gavên du alî tineye ku pêjova xera bibe.
Rêber Apo pêvajo anî heta roja îro, nuqteya îro. Vê rewşê gelek rastiyên Tirkiyeyê derxist holê. Rewşa bûyerên Gezî jî di vê çarçoveyê de gelek rastî derxist holê. Li gel vekişînê jî hat dîtin ku AKP xwedî polîtîkaya çareseriyê nîne.
Ji ber ku di vê pêvajoyê de AKP bê polîtîka me, hem li eniya Tirkiyeyê hem jî li eniya Kurdistanê Fetûllahî ketin nava tevgerê. Ji ber vê yekê berevajî bandoreke neyînî li pêvajoyê bide, AKP dikare rexnedayîna xwe bide ku polîtîkayên wê yên neçareseriyê, ew bi xwe xistiye kîjan rewşê û gavan biavêje. Ev rewş dikare bibe wesîleya xêrê. Ev îhtimaleke biçûk e, lê rêya yekane ya AKP'ê ya xelasiyê jî ev e.""
‘YÊN KU TIRKIYEYÊ DEMOKRATÎK BIKIN, HÊZÊN DEMOKRASIYÊ NE’
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku eger AKP di demeke kurt de gavên cidî neavêje dê Tevgera Azadiyê ya Kurd bi hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê re têkoşîna xwe bike yek û weke hêzeke alternatîf a demokratîkbûyîna Tİrkiyê bikeve navberê.
Bayik anî ziman ku divê ev rastî were zanîn û got, "Ji ber ji mêj ve diyar bûye ku dê hikûmeta AKP û dewlet di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd e zîhniyeta xwe neguherîne û gavan neavêje. Lewma, çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi têkoşîna hevpar a Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê dibe. Ya ku pirsgirêka Kurd çareser bike û Tirkiyeyê demokratîk bike, ev e. Ya ku çareseriya rastî bi xwe re bîne jî ev e. "