Bayram Yildizê mexdûrê Pozantiyê di binçavan de hat derp kirin
Bayram Yildizê mexdûrê Pozantiyê di binçavan de hat derp kirin
Bayram Yildizê mexdûrê Pozantiyê di binçavan de hat derp kirin
Bayram Yildizê mexdûrê Pozantiyê, ji ber hînceta derbarê wî de biryara lêgerînê heye li Mêrsînê hat binçav kirin û şandin Edeneyê. Xwuşa Yilmez MakbûleYildiz da diyar kirin ku birayê wê di binçavan de hatiye derp kirin.
Bayram Yildizê 19 salî yê mexdûrê Girtîgeah Pozantiya Edeneyê duh êvarî li Mêrsînê ji aliyê polîsanên sivîl ve bi hênceta ku di derbarê wî de biryara lêgerînê heye kirin binçavan. Bayram Yildiz destpêkê birin li Emyet Muduryeta Mêrsînê piştî ku kar bû barên wî li wir xilas bû, hat hînbûn ku îro şandine li Edeneyê.
Xwuşka Yildiz Makbûle Yildiz da diyar kirin ku polîsan ew ji bo girtina birayê wê agadar nekirine. Mekbûlê destnîşan kir ku ew ji bo sedema birayê xwe çûye li TEM’ê îfade daye û polîsan jê re gotiye di derbarê birayê te de biryara lêgerîne hebû ji ber vê yekê hatiye binçav kirin û îro şandine li Edeneyê. Yildiz da diyar kirin ku jêre jerê hatiye gotin dema birayê te ji bo qontrolê birîne li nexweşxaneyê xwîn di serê wî ve hebû û got: “Min ev yek ji polîsan pirsî got tiştek wiha nîne.”
Yildiz da zanîn ku li gel birayê wê zarokekî din jî hatiye binçav kirin.Yildizê ji bo alîkariya zagonî serî li Şaxê ÎHD’a Mêrsînê da.
Bayram Yildiz 6 heyvan li Girtîgeha Pozantiyê hatîbû razandin û pişt re serbest hatibû berdan. Di 18 saliya xwe xwe de cardin hat binçav kirin û girtin. Li Tipa E ya Girtîgeha Mêrsînê 9 heyvan ma. Piştî ji girtigehê hat berdan heyvek ket nevberê de cardin hat binçav kirin. 2 sal û 6 heyvan li Tipa T ya Girtîgeha Osmaniyê ma û di meha gulanê de hatî bû berdan.