BDP: 2014 wê bibe sala têkoşîneke mezin

BDP: 2014 wê bibe sala têkoşîneke mezin

Hevserokên BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş bi peyamekê xwestin sala 2014'an bibe sala aştî û azadiyê. Hevserokan gotin, "Sala 2014'an; hem ji aliyê demokratîkbûyînê hem jî ji aliyê pêvajoya çareseriyê ve wê bibe sala têkoşîneke mezin. Di dawiya vê têkoşînê de jî yên bi ser bikevin, dê gelê me be."

Hevserokên BDP'ê, sala nû li tevahiya mirovahiyê pîroz kirin û xwest ji tevahiya gelên cîhanê re aştî, azadî, wekhevî û kêfxweşiyê bîne.

Hevserokan gotin; "Sala 2013'an, hem ji bo welatê me hem jî ji bo Rojhilata Navîn bû saleke ku têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelan derket pêş. Bêguman ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û diyalogê, pêvajoya beriya salekê destpê kir pêşketina herî girîng a sala 2013'an e. Tirkiyeyê cara yekem ji bo çareseriya demokratîk û pêvajoya aştiyê xwe gihandiye asteke girîng.

Beriya her tiştî rûnedana windahiyên bi êş, qezenca herî girîng a vê pêvajoyê ye. Ji ber vê yekê her kesî dîtiye ku çareserî û aştî pêwistiyek e ku nayê taloqkirin.

Sala 2014'an wê ji bo demokratîkbûyînê û pêvajoya çareseriyê bibe sala têkoşîneke mezintir. Di dawiay vê têkoşînê de jî yê bi ser bikeve, wê gelê me be.

Bi van hest û ramanan, di serî de gelê me yê Rojava em sala nû li tevahiya gelê xwe, gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê pîroz dikin û dixwazin sala 2014 bide wesîleya azadî û aştiyê ji bo her kesî."