BDP’a Basayê komploya li dijî Ocalan şermezar kir
BDP’a Basayê komploya li dijî Ocalan şermezar kir
BDP’a Basayê komploya li dijî Ocalan şermezar kir
BDP'a Basayê 15’mîn salvegera komploya navnetewî a 9'ê Cotmehê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir.
BDP’a Basaya Şirnexê biboneya 15’mîn salvegera komploya navnetewî a 9’ê Cotmehê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bû sedem ji Sûriyeyê derbikeve û piştî 4 mehan dîl were girtin, bi daxuyaniyek çapemeniyê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de panqarta "Azadiya Rêber Apo temînata biratî û wekheviya gelên Rojhilata Navîne" hat hilgirtin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Basanê Ehmed Aktug li ber avahiya partiyê daxuyanî da. Aktug diyar kir ku, komploya nawnetewî di takekesiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li gelê Kurd pêkhat û wiha got: "Hêzên hevkar û emperyalîst helwesta birêz Ocalan, gerîlla û berxwedana gelê Kurd nexistibûn hesabên xwe. Têgehîştin ku nikarin Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji gel biqetînin. Komploya ku pêkhat negihişt armanca xwe û Rêberê Gelê Kurd komplo vala derxist."
Daxuyanî bi çepik û tîlîliyan bi dawî bû.