BDP’a Çardêranê sê rojan şîn îlan kir

BDP’a Çardêranê sê rojan şîn îlan kir

Rêxistina BDP\'ê ya Çardêrana Wanê ji bo qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ên Kurd şermezar bike li navçeyê 3 rojan şîn îlan kir

Rêxistna BDP\'a Çardêrana Wanê, ji bo qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ên Kurd ku di 9\'ê Çileyê de li Parîsê hatin kuştin şermezar bike li avahiya BDP\'ê civîn pêk anîn. Serokê BDP\'a Çardêranê Abbas Adsak, qetilkirina yek ji Sazûmakara PKK\'ê Sakine Cansiz, Nûnera KNK\'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgara Ciwanan Leyla Şaylemez şermezar kir û diyar kir ku, ji bo qetilkirina 3 dîplomatên Kurd şermezar bikin li navçeya Çardêranê 3 rojan şînê îlan dikin. Adsak xwest bi lezgîn berpirsyar bên dîtin û bûyer ronî bibe. Adsak xwest welatiyên Çardêranê bi yek dengî qetilkirinê şermezar bikin û li BDP\'ê xwedî derkevin.