BDP'a Êlihê alîkarî dan koçberên Rojava

BDP'a Êlihê alîkarî dan koçberên Rojava

Kurdên Rojava yên ji ber şerên çeteyan ji bo rizgariyê koçî bajarên Tirkiyê bûn li gelek bajaran bi cih bûn. Hinek ji wan jî xwe sipartin bajarê Êlihê. Heyeta BDP'a Êlihê kurdên Rojava yên koçber ziyaret kirin û li pirsgirêkên wan guhdar kir. 

Kurdên ji Rojavayê ji ber şerên çeteyan hatin bajarên Tirkiyê, hinek ji wan xwe sipartin bajarê Êlihê. Kurdên ku ji Rojava goçî Êlihê bûn û jiyana xwe li Bajarokê Giresiran a Êlihê di nava xizanî, zordariya zivistanê de didominin heyetek ji rêxistina BDP'ê ya Êlihê ku Serokê navçê Murat Gazioglu û bijişk Mahmut Çiftçî jî ji bo tenduristiyê di nav de ji bo alikariya çûn serdana bajarê konên ku goçberên Rojavayî tê de dijiyan. Heyet ewil çûn nava kona malbata Zeyney ku zarokên wan li Serêkaniyê li henber çeteyan şer kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Li vir kalê pir Cumali Zeynep anî ziman ku di maha zivîstanê de û bi berfê re tekoşineke mezin didin. Zeynep diyar kir çend meha berê Waliyê Êlihê çûbû cihê wan û ji wan re gotubû ku ewê bişeyîne Kilisa bajarê Dêrîkê lê me qebul ne kir. Zeynep desnişan kir ku walî qet ne çûyê serlêdana wan.

Piştre heyet kon bi kon geriya û tespitek kir ku çend kon hene ên nexweş ji rakin nexweşhanê. Serokê navçê ya BDP'ê Murat Gazioglu axavtinek kir. Gazioglu anî ziman ku ji bo welatiyan malên gelan bi kincan, alavan û livinan amade kirine.8 malbatan di mala gel Ahmet Kaya û 8 malbatên din jî mala gel a Mehmet Sincar bi cih tê bikin. Gazioglu bil êz kir ku ji bo vê alikariyê gelek dereng mane û ji bo welatiyên Rojava çi bikeva li ser pişte wan tê bikin.