BDP’a Îzmîrê bernameya 1’ê Îlonê aşkera kir
BDP’a Îzmîrê bernameya 1’ê Îlonê aşkera kir
BDP’a Îzmîrê bernameya 1’ê Îlonê aşkera kir
BDP’ê li Îzmîrê bernameya 1’ê Îlonê a Roja Aştiyê ya Cîhanê aşkera kir. Li gorî vê wê di roja 1’ê Îlonê de ji ber deriyê Fuar Basmane heta li ber Bankeya kevin a Sumer meş çêbibe û dûre konserê bê dayîn.
Rêxistina BDP’a Îzmîrê bi civîneke çapemeniyê li navenda partiyê bernameya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê diyar kir. Mitîng wê bi pêşengtiya HDK’ê çê bibe. Der barê mîtîngê de Serokê BDP’a Îzmîrê Fuat Mikaîlogolu, ev agahî dan:
"1’ê Îlonê roja Yekşemê demjimêr 17:30’an de bi beşdarbûna parlemeterê Mûşê Sirrî Sakik wê li ber deriye Fuara Basmenê kombûn çê bibe û ber bi Bankeya kevin a Sumerê meş were kirin. Çalakî wê bi bi konsera hunermend Alî Baran bi dawî bibe."
Mikaîloglu bibîr xist ku 1'ê Îlonê ya îsal li pêvajoyeke gelekî krîtîk rast tê û got: “Em hemû gelê xwe vedixwîn pîrozbahiyên 1’ê Îlonê.”