BDP a Mêrdînê li dijî 'komployên hilbijartinê' hişyarî da

BDP a Mêrdînê li dijî 'komployên hilbijartinê' hişyarî da

Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê da xuyakirin ku di demên dawî de li herêma Mêrdînê li ser navê Navenda Giştî ya BDP'ê, hin kesên îdîa dikin der heqê hilbijartinên herêmî de xebatê dimeşînin, ti pêwendiya xwe bi partiya wan re nîne.

Li ser navê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz daxuyanî da û got, "Di demên dawî de hem beriya pêşhilbijartinan hem jî piştre li herêma Mêrdînê, bi taybetî jî li naveçyên Nisêbîn, Kerboran û Mîdyadê hin kes li ser navê navenda me ya giştî ya partiyê hin faaliyetan dimeşînin. Komek ji 4-5 kesan heye ku li ser navê me tevdigere. Di nava vê komê de du jinên bi navê Zelal û Solîn jî hene." Kaymaz ragihand ku ev kesên mijara gotinê li ser navê Navenda Giştî ya BDP'ê bi hin sazî û gel re hevdîtin kirine û got, "Divê gelê me bi van kesan bawer nebe. Ti eleqeya van kesan bi me re nîne." Kaymaz diyar kir ku di vê mijarê de lêkolînên pêwîst tên kirin.

Kaymaz anî ziman ku faaliyetên tên meşandin dibe ku li dijî gel û partiya wan komployeke hilbijartinê be û got, "Dibe ku ev faaliyet bi destê hêzên sîstemê û cemaeta Fethûllah Gulen tê meşandin. Divê gelê me li hemberî vê hişyar be."