BDP çû serdana malbata Serkan Tosûn
BDP çû serdana malbata Serkan Tosûn
BDP çû serdana malbata Serkan Tosûn
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak û Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan çûn serdana malbata şervanê MLKP'ê Serkan Tosûn ê di 14'ê Îlonê de li Serêkaniyê di şer de li nava refên YPG'ê jiyana xwe ji dest da û ji malbatê re sersaxî xwestin.
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak û Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan çûn serdana malbata şervanê MLKP'ê Serkan Tosûn ê di 14'ê Îlonê de li Serêkaniyê di şer de li nava refên YPG'ê jiyana xwe ji dest da. Di serdana li konê sersaxiyê yê li taxa Gazî ya navçeya Sûltangazî de, ji malbatê re sersaxî hat xwestin.
Kişanak di dema serdanê de diyar kir ku şoreşa Rojava ne tenê deskevtiya gelê Kurd e û destnîşan kir ku ev şoreş di heman demê de pêkhatina felsefe û jiyana yekitiya dilxwaz, wekhev û azad a gelan e.
Hevseroka BDP'ê Kişanak got, "Wezîfeya dikeve ser milê me hemûyan, xwedîderketina li vê şoreşa şîn dibe ye. Eger em vê şitlê mezin bikin, hingî emê şoreşeke demokratîk a jiyana wekhev û azad a hemû gelên Rojhilata Navîn bi ser bixînin."
Li ser navê ESP'ê Erkan Saldûz jî li vir peyivî û diyar kir ku ewê her tim xwedî li şoreşa Rojava derkevin û got, "Çawa ku Denîz û hevalên xwe çûn Fîlîstînê, hevalê me Serkan jî rêya wan şopand û çû Rojava. Mîna duh emê sibê jî li cem gelên bindest bin. Emê li pêşberî şoreşa Rojava bêdeng nemînin."