BDP di Komîsyona Heqîqet û Rûbirûbûnê de biryardar e
BDP di Komîsyona Heqîqet û Rûbirûbûnê de biryardar e
BDP di Komîsyona Heqîqet û Rûbirûbûnê de biryardar e
Parlamenterê BDP'ê yê Bêdlisê Husamettîn Zenderlîoglû, ku li ser navê BDP'ê di Komîsyona Çareseriyê ya li Parlamentê de cih digire da xuyakirin ku komîsyon wê 2 mehên din jî xebatên xwe dewam bike û ewê pêşniyara xwe ya ji bo avakirina Komîsyona Heqîqet û Rûbirûbûnê di vê sala qanûndanînê de jî dûbare bikin.
Komîsyona Çareseriyê ya Parlamentê ku piştî pêşniyara Serokê Giştî yê KCK'ê Abdûllah Ocalan meha Gulanê hat avakirin, li dû betlaneya havînê bi vebûna parlamentê re ji nû ve dest bi xebatên xwe kir.
Parlamenterê Bêdlisê Husamettîn Zenderlîoglû ku li ser navê BDP'ê di komîsyonê de cih digire, der barê xebatên dema pêş ên komîsyonê de agahî da ANF'ê.
Li gorî vê yekê, dê komîsyon 2 mehên din jî bixebite. Komîsyona ku di dema nû ya qanûndanînê de civîna xwe ya yekemîn lidar xist, dê li endamên Heyeta Mirovên Aqilmend, mexdûr û pisporan guhdarî bike.
BDP'ê pêşniyara xwe ya ji bo lêkolînkirina ezmûnên Îngilîstan, Spanya û Efrîka Başûr, pêşkêşî komîsyonê kir.
Rapora li dû xebatan bê amadekirin, dê pêşkêşî parlamentê bê kirin.
Zenderlîoglû yê BDP'yî ji bo raporê got, "Di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de dê pêşniyarên me hebin."
'DIVÊ KOMÎSYON RASTIYAN BÊJE'
Zenderlîoglû daxwazên xwe bibîr xist ku divê komîsyon hîn bi bandor û xwedî maf be û got, "Lê belê tevî ku qanûnên li Tirkiyê rê nadin vê yekê, di hin civînan de car carna em dibînin ku AKP zêde ne ji dil e. Çi dibe bila bibe, divê ev komîsyon rastiyan bîne ziman. Ne ez li ser navê BDP'ê ne jî ew li ser navê AKP'ê di komîsyonê de ne. Divê em li ser navê parlamentê çareseriyekê pêşniyar bikin."
Parlamenterê BDP'ê yê Bêdlisê Husamettîn Zenderlîoglû "pakêta demokrasiyê" ya Serokwezîr Erdogan di 30'ê Îlonê de aşkera kir bibîr xist û got, "Em ne komîsyoneke bi van pakêtan ve girêdayî ne."
'PAKÊTA HILBIJARTINÊ Y AKP'Ê'
Zenderlîoglû diyar kir ku pakêt bersivê nade çareseriya pirsgirêka Kurd û bendewariyên ji aliyê hikûmetê ve hatine afirandin û got, "AKP'ê ji bo xwe pakêteke hilbijartinê amade kir. Ne tenê ji bo Kurdan me dixwest ji pirsgirêkên hemû gelan re bibe bersiv. Mînak; Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê dikarî bihata guhertin, der barê zimanê dayikê de sererastkirinek dikarî bihata kirin, cerdevanî dikaribû bihata rakirin, benda hilbijartinê dikarîbû bihata daxistin. Bi kurtasî, gavên civakê aram bike, dikarî bihata avêtin. Lê belê dudilî kirin û gav neavêtin. Eger dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, dixwazin li gorî ruhê pêvajoya çareseriyê tevbigerin, hingî divê mafên Kurdan ên hatine talankirin, radest bikin. Em destketiyên pakêtê datînin aliyekî, yên kêm in, yên divê werin kirin tînin ziman."
Endamê Komîsyona Çareseriyê ya li Parlamentê Zenderlîoglû da xuyakirin ku ewê pêşniyara xwe ya ji bo avakirina Komîsyona Heqîqet û Rûbirûbûnê di sala nû ya qanûndanînê de jî pêşkêşî parlamentê bikin.
Zenderlîoglû bal kişand ser nîqaşên li ser vekişîna gerîla û got, "Me di dema bihurî de pêşniyar kiribûn, di bin kontrola Parlamenta Tirkiyê de komîsyonek çavdêriyê dikarîbû bihata avakirin. Lê ev ne kirin. Eger ev komîsyon bihata avakirin, dê vekişîn bişopanda û rapor bida parlamentê. Bi vî rengî kesî nîqaşa ji sedî 20, ji sedî 50 nedikir. Ezmûnên cîhanê vê nîşan didin. Lê belê Tirkiye hewl dide taktîka mijûlkirinê bikar bîne."