BDP’ê êrîşa li Hewlêrê şermezar kir

BDP’ê êrîşa li Hewlêrê şermezar kir

Navenda Giştî ya BDP’ê êrîşa ku di 29’ê Îlonê de li Hewlêrê pêk hat, şermezar kir.

BDP’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got; “ Em êrîşa ku duh li Hewlêr a paytexta Hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê rû da, şermezar dikin.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Em hêvî dikin ku di demeke herî nêz de, yên ku ev êrîşe pêk anîn werin aşkerakirin û radestî edaleta Kurdistanê bên kirin. Bila rehma Xwedê li 6 welatiyên Kurdistanê yên jiyana xwe ji dest dane be û serê malbatan sax be. Ji birîndaran re jî em şîfayê dixwazin.”