BDP'ê ji Meclîsê xwest komkujiya Şirnexê lêkolîn bike
BDP'ê ji Meclîsê xwest komkujiya Şirnexê lêkolîn bike
BDP'ê ji Meclîsê xwest komkujiya Şirnexê lêkolîn bike
Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken der heqê komkujiya Şirnexê de pêşniyarnamea lêkolînê da Serokatiya Meclîsê.
Di Komkujiya Şirnexê ya 18'ê Tebaxa sala 1992'an de hînê baş nayê zanîn ka çend kes hatine qetilkirin.
Balûken di sedema pêşniyarnameyê de ragihand ku yek ji bajarên demên herî tarî yên salên 90'î jiya Şirnex e û got, "Di 26'ê Adara 1994'an de li gundên Koçagili û Kûşkonar ên Şirnexê 38 kes ji aliyê balafirên leşkerî ve hatin bombekirin û berpirsyarên siyasî yên wê demê dan xuyakirin ku bûyer ji aliyê wan ve nehatiye kirin.
Lê belê piştî salan, bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re derket holê ku bûyera qetilkirina 38 kesan ji aliyê saziyên dewletê ve hatiye kirin. DMME Tirkiye bi dayîna 2 mîlyon û 305 hezar Euro tazmînatê mehkûm kir. Ev bîra dîrokî ya Şirnexê, her roj bi mukirhatinên wezîfedarên dewletê re kûr û nû dibe. Herî dawî Mûstafa Malay ê di sala 1992'an de li Şirnexê wezîfeya Walîtiyê dikir li xwe mukir hat ku bi 18'ê Tebaxê re wezîfedarên dewletê seranser gule li malên bajêr reşandine û hejmareke mezin mirov qetil kirine."
Balûken di pêşniyarnameyê de cih da daxuyaniyên Waliyê Şirnexê yê wê demê Mûstafa Malay ê di çapemeniyê de hatin weşandin û got, "Waliyê berê di hevpeyvîna xwe de li ser hejmara kesên hatine qetilkirin diyar dike ku gelek kes hatine qetilkirin û hejmara wan ewçend zêde ye ku nayê jimartin.
Walî di axaftina xwe de dibêje leşker kal, pîr, zarok, jin, astengdar înfaz kirine, zerar dane kargehan û yekser gule li malan reşandine. Ji bo ev bûyerên li derveyî mirovahiyê yên di sala 1992'an de li Şirnexê hatin dijîn werin lêkolînkirin, berpirsyar werin aşkerakirin, hêza siyasî û leşkerî ya li pişt vê komkujiyê bê diyarkirin, rastî werin kifşkirin û rûbirûbûn çê bibe, Lêkolîna Meclîsê pêwîst e."