BDP'ê li çar navendên din jî starta hilbijartinê da

BDP'ê li çar navendên din jî starta hilbijartinê da

BDP'ê bi civînên çapemeniyê li Colemêrg, Îdir, Farqîn û Bazîdê starta xebatên hilbijartinên herêmî da. Rêveberên BDP'yî dan xuyakirin ku ji bo wan pîvanên welatparêzî û wicdanî yên namzetên serlêdanê bikin, girîng in.

Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Colemêrgê, ji bo der barê amadekariyên xwe yên hilbijartinên herêmî de li navenda bajêr, navçe û bajarokan de agahiyan bide, civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civîna çapemeniyê de Hevserokên BDP'ê yê Bajêr Esmer Tekîn û Rahmî Kûrt û Hevseroka Navçeya Navendî ya BDP'ê Aliye Tîmûr amade bûn.

Kûrt di civînê de axivî û diyar kir ku bi komîsyonên ava kirine re xebatên wan ên li bajar, navçe û bajarokan dewam dikin û got, "Bi şiyara Bi Rizgariya Demokratîk re em rêveberiyên xwe ava bikin, li Colemêrgê diçin hilbijartinên herêmî. Kûrt diyar kir ku ew bi çavê referandûmê li hilblijartinên herêmî yên 2014'an dinêrin û got, "Em ji gelê xwe rica dikin ku bi çavê referandûmê li hilbijartinên dema pêş binêre. Ji ber ku ev yek yekemîn hilbijartina piştî rêya Birêz Ocalan destnîşan kiriye, ye. Ji ber vê yekê, xwedî girîngiyeke mezin e."

Kûrt da xuyakirin ku ewê li navenda bajarê Colemêrgê û navçeya Geverê bi kotaya jinê biçin hilbijartinan û anî ziman ku ev yek jî, girîngiya siyaseta Kurd a dide jinan, nîşan dide.

DIVÊ LI GEL NAMZETAN PÎVANÊN WELATPARÊZÎ Û WICDANÎ HEBE

Rêxistina BDP'ê ya navçeya Agirî Bazîdê, bi civîneke çapemeniyê ya li avahiya partiyê starta hilbijartinê da destpêkirin. Di civîna bi beşdariya Hevserokên BDP'ê yên Bazîdê Cemîl Rizaogûllari û fatma Okçû de Rizaogûllari peyivî û destnîşan kir ku di nava namzetên ji bo Serokatiya Şaredariyê û encumeniya Şaredariyê de, ewê girîngiyê bidin pîvanên welatparêzî û wicdanî.

Rizaogûllari got, "Xeta me ya azadiya jinê, di pratîma me ya rêveberiyên herêmî de rehekî girîng e. Ezmûna me ya 15 salan a rêveberiyên herêmî nîşan dide ku jin dikarin di rêveberiyê de bi çi rengî rê li ber guhertin û cihêrengiyê vekin. Ji bo meşandina asta amadekariyê û pêkanîna koordînasyonê, me komîsyona diyarkirina namzet û rêxistinbûyîna hilbijartinê, ava kirin. Bi vî rengî emê pêvajoyeke gelekî zelal a hilbijartinê bijîn."

Rêxistina BDP'ê ya navçeya Amed Farqînê jî bi civîneke çapemeniyê starta hilbijartinên herêmî da. Hevserokê BDP'ê yê navçeyê Kerem Canpolat li civînê peyivî û got, "Di destpêkê de bi komîsyonan re emê li gund û taxan delegeyan hilbijêrin. Ev delegeyên ku emê bi gelê xwe re hilbijêrin, piştî ku namzetên namzetan serlêdan kirin, dê di nava gel de pêş hilbijartinê lidar bixin. Di nava namzetan de ji bo me ya girîng pîvanên welatparêzî û wicdanî ye." Piştî civînê hat ragihandin ku starta hilbijartinê ji îro û pê ve bi xebatên li gund û taxan wê destpê bike.

Rêxistina BDP'ê ya Îdirê jî da xuyakirin ku ew serlêdana namzetên namzetan qebûl dikin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Îdirê Mehmet Anar ragihand ku dema dawî ya ji bo serlêdana namzetan 17'ê Cotmehê ye. Anar diyar kir ku ji bo namzetên endamên meclîsa giştî ya bajêr û meclîsa Şaredariyê dema dawî heta 30'ê Cotmehê ye.