BDP’ê li Colemêrgê roja înê diçe hilbijartinên pêşwext

BDP’ê li Colemêrgê roja înê diçe hilbijartinên pêşwext

Li Colemêrgê bi mebesta diyar kirina nemzetê serokê şeredariyê wê BDP di 20’ê Kanûnê de biçe hilbijartinên pêşwext. Amadekiriyên hilbijatinên pêşhilbijatinê yên 5 namzetan bi dawî bûn.

Hevserokê BDP’a Colemêrgê Rehmî Kurd destnîşan kirin ku ew çavê referandumê temaşeyî hilbijartinên herêmî dikin û wiha got: “Me di hilbijartinên sala 2009’an de di asta rekorê de serkevtin bi dest xist. Divê BDP vê rekorê bi domîne. BDP’ê di hilbijartinên sala 2011’an de jî li binê rekorekê îmze kir. Armanca em ewe ku em van rekoran di hilbijartinên di 30’ê Adara sala 2014’an de jî bidominin. Em çavekî referandumê temeşeyî hilbijartinan dikîn.” Kurd destnîşan kir ku dema ku Navenda Girtiya Partiya wan starta hilbijatinê dane wan jî dest bi xebatên hilbijatinê kirîne . Kurt got ku xebatên teknîkî yên di derbarê hilbijatina pêşwext de xilas bûne.

Kurt da diyar kirin ku wê hilbijartinên pêşwext di roja înê ango 20’ê Kanûnê de pêkwerin û wiha got: “Hilbijatinên pêşwext wê di salona spora girtî a Colemergê de pêkwere. Ji berî wîna me di derbarê namzetan de kura kêşa ku di lîsteyê de bên bicih kirin. Di rêz yek de Zeynep Besî Dara, di rêza duwem de Perihan Kahraman, di rêza sêyem de Medîne Duran, di reza çarem de  Dîlek Hatipoglu û di rêza pênçem de jî Sevil Çetin cih digrin. Dê hilbijartin di rewşekî demokratîk de pêkwere. Dê gel bi xwe dengên xwe bi kar bînin. Ji ber vê yekê em bang dikîn ku her kes xwedî lêder bikeve. Ji van her 5 kesan kîjan tên hilbijatin bila bên hilbijar tin yêndin her çar kesên din jî her hevalên em nin û emê bi gelê xwe re xebatên xwe bidîn meşandin. Em weke komîsyon ji niha de serkeftinê ji her 5 hevalên xwe re dixwazîn.”