BDP'ê li Milazgir û Mersînê starta hilbijartinê da
BDP'ê li Milazgir û Mersînê starta hilbijartinê da
BDP'ê li Milazgir û Mersînê starta hilbijartinê da
BDP'ê li Milazgir û Mersînê dest bi xebatên hilbijartinên herêmî kir.
Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Mûş Milazgirê, bi civîneke gel dest bi xebatên hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adara 2014'an kir. Civîna gel a bi bşedariya Şaredarê Milazgirê M. Nûrî Balci, rêveberên BDP'ê û girseya gel, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Milazgirê Maksût Kayretlî li civînê peyivî û der barê giştînameya Navenda Giştî ya BDP'ê ya ji bo namzetê namzetan şandibû de, gel agahdar kir.
Kayretlî got, "Divê her kes xwedî li pêvajoya çareseriya demokratîk a hatiye destpêkirin, derkeve. Pêwîste Kurd hîn bêtir bi rêxistinbûyî tevbigere. Derbasbûna rêveberiya xweseriya demokratîk, bi rêveberiyên herêmî re eleqedar e. Divê em li her qada rêveberiyên herêmî xwe bi pêş bixînin. Emê ji bo hejmara xwe a şaredariyan bike du qat, bixebitin. Divê em şaredariyê di destê xwe de xurt bikin, yên ne di destê me de jî bidest bixin. Welatiyên bibin namzet, divê li gorî pîvanên partiyê bin. Ji bo me pîvana welatparêziyê, girîng e."
Civîn, bi wergirtina nêrîn û pêşniyarên beşdaran re bi dawî bû.
LI MERSÎNÊ CIVÎNA ÇAPEMENIYÊ HAT LIDARXISTIN
Li Mersînê Rêxistina BDP'ê ya Bajêr bi civîneke çapemeniyê starta hilbijartinên herêmî da.
BDP'ê li Mersînê starta xebatên hilbijartinê da. Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Înan Kizilkaya di civîna çapemeniyê ya bi beşdariya rêveberên Meclîsa partiyê, bajar û navçeyan de axivî û diyar kir ku bi şiyara "Rizgariya Demokratîk û avakirina Jiyaneke Azad" ew ji îro û pê ve li Mersînê dest bi xebatên hilbijartinê dikin.