BDP’ê li Palo rêxistina xwe vekir
BDP’ê li Palo rêxistina xwe vekir
BDP’ê li Palo rêxistina xwe vekir
Rêxistina BDP’ê ya navçeya Palo bi beşdariya Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterên BDP’ê hat vekirin.
Rêxistina BDP’ê ya Elezîzê li navçeya Palo rêxistina partiya xwe vekir. Di merasima vekirinê de Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Parlamenterê Amedê yê BDP’ê Altan Tan, Serokwekîlê Koma BDP’ê û Parlamenterê Çewlikê Îdrîs Baluken, Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn, endamên rêxistanên bajêr û navçeyan ên BDP’ê û hemwelatî amade bûn. Di merasimê de dirûşmayên "Bijî Serok Apo", "Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin”, "Li dijî Faşîzmê mil bi mil” hatin qîrkirin.
Beriya vekirina avahiya rêxistinê Selahattîn Demîrtaş di axaftina xwe de got, ziman û azadiya gelê Kurd rûmeta gelê Kurd e û wiha berdewam kir; "Em ji bo doza azadiya vî gelî derketin rê. Çawa her gel li ser xaka xwe bi ziman, çand, heysiyet û şerefa xwe dijî em dê jî wisa bijîn. Jiyaneke ji derveyî vê ji me re heram e.”
Demîrtaş axaftina xwe wiha berdewam kir: “Şêx Seîd îfadeya herî ber bi çav a gelê Kurd ê serî netewandiye. Eger em li mîrasa Şêx Seîd xwedî derkevin her tiştên aydî me ye, em dê bi dest bixin. Gelekî bi rûmet tunebûnê qebûl nake.”
Demîrtaş bivan gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Tişta ku Xwedê çêkiriye hikûmet û dewlet nikare biguherîne, nikare înkar bike. Ev têkoşîneke rûmetê ye. Tevayî gelên bi rûmet ên cîhanê jî wiha kirine.”
Piştî axaftinan ku rêxistina Palo ya BDP’ê hat vekirin û şûnde Demîrtaş derbasî navçeya Qowanciyan bû û çû serdana gel.