BDP'ê silavên Ocalan gihandin gelê Çelê

BDP'ê silavên Ocalan gihandin gelê Çelê

Li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di hevdîtîna xwe ya dawî de ji heyeta BDP'ê re gotibû ku 'Silavên min ê taybet ji gelê Colemêrgê re ragihînin' BDP'î çûn navçeya Çelê ya Colemêrgê û silava Ocalan ji gel le ragihandin û gel jî silavên Ocalan bi çepikan pêşwazî kir.

Li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di hevdîtina xwe ya dawî de ji Hevseroka BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Cîgira Koma BDP'ê Pervîn Buldan xwestibû ku silavê wê yên taybet ji gelê Colemêrgê re ragihînin. Ji bo ku silavên Ocalan ji gel re bê ragihandin parlamenterê BDP'ê ya Colemêrgê Adil Zozanî, endamê Meclisa Partiyê BDP'ê M. Siddik Akiş, Hevserokên BDP'a Colemêrgê Esmer Tekîn û Rehmî Kurt, Hevseroka BDP'a navçeya navendî Yavuz Aksaç, rêveberên BDP'ê û gelek welatî çûn navçeya Çelê ya Colemêrgê. Karwana ku çû Çelê ji aliyê serokê BDP'a navçê Servet Tunç, Şaredarê Çelê Xidir Demîroglu û Şaredarê berê ya ku ji aliyê Wezareta Karê Navxweyî ve peywira wî ji dest hatibû girtin Mehmet Kanar û gelek welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Piştî ku karwan kete navenda navçeyê çûn Kolana Cumhuriyetê ya ku li wir konê remazanê hatibû vekirin.

Parlamenter Adil Zozanî diyar kir ku, Kurd divê ji her demên çûyîn yekitiya xwe xurt bikin û wiha axivî: "Komên çeteyan yên ku bi destê dewletên derdorê ve tên bi kar anîn ev çend roje ku li Rojava komkujiyan pêk tînin. Her kurdekê bi wijdan divê li hemberî vê yekê bêdeng nemîne." Zozanî çalakiyên êrîşê yên dewleta tirk ku li dijî meşa Serêkaniyê jî bi bîr xist û da zanîn ku, feraseta ku îro li Dirbêsiyê û Kobanê êrîşê gel dike îro jî ev feraset li Bakurê Kurdistanê êrîşê gel dike û wiha pêde çû: "Kurd sondxwarine ku gaveke jî paşve dev ji têkoşîna xwe bernedin. Her kes jî dizane ku tu eleqeya van çeteyan bi îslamiyetê re tuneye. Tiştên ku çeteyan dikin wehşet e. Lê belê Îslamiyet ne oleke wehşetê ye, ola aştiyê ye. Bila her kes bizanibe ku van çeteyên dê tu carî bi ser nekevin."

'ÇEMKA EL NUSRA Û AKP'Ê YEK E'

Zozanî êrîşên li ser gelê Rojava û bakurê Kurdistanê jî bi bîr xist û da zanîn ku 'çemka ku duh li Rojava êrîşê birayên me kirin û çemka ku li Serêkaniya Rihayê êrîşê BDP'iyan kirin yeke û wiha got: "Çemka çeteya El Nursa û çemka polîsên AKP'ê yên ku li Serêkaniyê ya Rihayê êrîşê gel kirin heman çemke."

Zozanî hevdîtina herî dawî ya heyeta BDP'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi bîr xist û derbarê hevdîtinê van tiştan ji gel re ragihand: "Birêz Ocalan di hevdîtina xwe yê dawî de spasiya xwe ji dayik û ciwanan re kir û bi taybetî jî diyar kir ku, gelê Colemêrgê wî fêm dike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got 'Li ser navê min silavên min ji gelê Colemêrgê ragihînin' û ji ber vê yekê em hatin Çelê."

Piştî axaftina Zozanî welatiyan rabûn ser piyan û silavên Ocalan bi çepikan pêşwazî kirin û colemêrgiyan diyar kirin ku, li hemberî silavên Ocalan ew gelek kêfxweş bûne. Welatiya bi navê Lale Ertunç wiha axivî: "Ez silavên xwe ji birêz Ocalan re dişînim û ji Xwedê daxwaza me ewe ku em Serokê xwe li nav xwe bibînin."

Piştî daxuyaniyê BDP'iyan li tax û kolanan geriyan û silavên Rêberê Gelê Kurd ji gel re ragihandin û çûn gundê Derava Seyîda. Li qada gund BDP'iyan silavên Rêberê Gelê Kurd ji gundiyên Derava Seyîda re ragihandin.