BDP'ê starta hilbijartinê da

BDP'ê starta hilbijartinê da

Navenda Giştî ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), starta hilbijartinên herêmî yên Adara 2014'an da. Li gorî giştînameya ji hemû bajar û navçeyan re hat şandin, dê bi taybetî li Amed û Colemêrgê kotaya jinê were pêkanîn.

BDP'ê bi şiyara "Di Pêngava Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad de; Em rêveberiyên xwe ava bikin!" starta hilbijartinê da. Di giştînameya ji hemû rêxistinên bajar û navçeyan hat şandin de hat gotin, "Divê namzet welatparêz û demokrat bin."

Ji bo serlêdana berendamên Şaredaran jî dema "7'ê Cotmeh-17'ê Cotmeh 2013" hat destnîşankirin. Ji bo endametiya Meclîsa Şaredarî û Meclîsa Giştî ya Bajêr jî, dema serlêdanê ji 10'ê Cotmehê heta 30'ê Cotmeha 2013'an hat diyarkirin.

BAJARÊN KU BI PÊŞHILBIJARTINÊ WÊ NAMZETÊN WAN BÊN DIYARKIRIN

Li gorî giştînameyê, dê ji bernamzetên jin û bernamzetên astengdar bûhayê serlêdanê neyê stendin. Eger di dosya ji bo serlêdanê de hatiye amadekirin, di ewraqan de kêmasî were dîtin, dê serlêdan were redkirin.

Li cihê komîsyona diyarkirina namzetan a navendî diyar kiriye, dê namzet bi pêşhilbijartinan bê destnîşankirin. Bajarên ku lê namzet bi pêşhilbijartinan bê diyarkirin ev in: Amed, Mêrdîn, Şirnex, Êlih, Wan, Dêrsim û Colemêrg.

Navenda Giştî ya BDP'ê destnîşan kir ku xala herî girîng a Hilbijartinên Herêmî ji Hilbijartinên Giştî cihê dike, profîla namzetê namzetiyê ye û ev xal destnîşan kir: "Ji bo Şaredar, endametiya meclîsê û nûneriyên gel ên din, şert e ku hin pîvan hebin. Kesên werin hilbijartin divê bi nirxên têkoşînê afirandiye re dilsoz bin û ji aliyê gel ve were pejirandin. Divê karibe li gorî ziman û çanda herêma lê were hilbijartin tevbigere, ji kar hez bike, xwedî proje be, kedkar be, pergala demokratîk a hatiye avakirin bipejirîne û weke wezîfeyekê biryaran bicih bîne."

DIVÊ NE BERJEWENDIYÊN TAKEKESÎ Û MALBATÎ, BERJEWENDIYÊN GEL DERXÎNE PÊŞ

BDP'ê got, "Namzetên me, di şûna berjewendiYên takekesî û malbatî de, bi têgihiştina berjewendiyên gel tevbigere û di vî warî de sozê bide gel. Pêwîste karibe xwe perwerde bike û têgihiştina me ya rêveberiya herêmî û modêla şaredarvaniya azad bipejirîne. Li ser bingeha edalet û pîvanên xwedayî yên partiya me de her namzet xwedî ked bin, mirovên xwedî li wezîfeyên xwe derdikevin û xwedî kesayeta hêza temsîlkariyê be ku li nava civakê bersiva xwe bibîne."

YÊN GUNEHÊN ŞERMÊ NEKIRIBIN DIKARIN BIBIN NAMZET

Di dewama giştînameyê de wiha tê gotin: "Herkesên ku gunehekî şermê nekiribin û xwedî paşerojeke dijberiya gel nebin, dikarin bibin namzet. Lê belê, xeydaniya piştî diyarkirina namzetan ku di dema derbasbûyî de rû da, dê ji aliyê partiya me ve ti carî neyê qebûlkirin û weke hesabê takekesî yên şerê taybet bê dîtin."

CIHÊN LÊ KOTAYA JINÊ HEBE

Ji bo Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê, Lice, Exil, Bismil, Baglar, Farqîn, Edremît (Wan) Îpekyol (Wan), Qerqelî (Wan), Colemêrg, Gever, Nisêbîn, Dêrik, Şemrex, Cizîr, Qilaban, Gimgim, Kop, Diyadîn, Mazgîrt (Dêrsim), Serêkaniyê û Pazarcik, kotaya jinê wê were pêkanîn. Jin dê karibin li cihê lê kotaya jinê nînin jî bibin namzet.

Ji bo endametiya Meclîsa Giştî ya Bajêr û Şaredariyan, dê namzet ji aliyê komîsyona hilbijartinê ya navçeyê û komîsyona diyarkirina namzetan a navendî ya partiyê ve bên diyarkirin. Rêza wan jî dê dîsa ji aliyê heman komîsyonan ve were kirin. Her wiha dê kotaya ji sedî 40 a zayendî ku di rêziknameya BDP'ê de cih digire, were pêkanîn.