BDP: Em dê bi hêza gel xebatên hilbijartinê bidîn meşandin
BDP: Em dê bi hêza gel xebatên hilbijartinê bidîn meşandin
BDP: Em dê bi hêza gel xebatên hilbijartinê bidîn meşandin
BDP'ê piştî namzetên xwe yên rêveberiyên herêmî bi pêşhilbijartinan diyar kir, niha ji bi silogana "Bi Rêveberiya Xweser ber bi Nasnameya Azad" dikevin hilbijartinê. BDP, anî ziman ew dê bi vê siloganê xweseriya demokratîk ava bikin. Endamê Komîsyona hilbijartinê ya BDP'ê Mehmet Ayhan, anî ziman ku dê di pêvajoya hilbijartinê de ev xebata wan dê bêtir bi lez û bez bibe.
Li Tirkiyeyê dê di 30'ê Adara 2014'an de hilbijartina Rêveberiya herêmî pêk bê. BDP'ê amadekariyên xwe hilbijartina herêmî ber bi dawî ve bir û dest bi xebatên hilbijartinê dike. BDP'ê bi pêşhilbijartinan namzetên xwe yên şaredariyan diyar kir û niha jî armanc dike ku hêjmara şaredariyên xwe duqat zede bike. BDP, yekem car bi pergala Hevserokan têkeve şaredaran û Şaredarên Hevserok têxe meriyetê. BDP, li gel pergala hevserkatiya şaredaran dê bi silogana "Bi Rêveberiya Xweser ber bi Nasnameya Azad" armanc dike ku Xweseriya Demokratîk ava bike. BDP, bi vê pergalê armanc dike ku tevlêbûna siyaset û hilbijartinê ya jin û mêr wekî hev bike û di qada siyaset û civakê de jin bi qasî hev xwedî hêz û vîn be. BDP, dê di vê hilbijartinê de bi silogana "Bi Rêveberiya Cewherî ber bi Nasnameya Azad" xebatê hilbijartinê pêş bixe.
Cîgirê Hevserokê Giştî yê BDP'ê û Endamê Komîsyona Navendî ya Hilbijartinê Mehmet Ayhan di derbarê mijarê de agahî dan DÎHA’ê û anî ziman ku ev ne siloganek hêsan e û wiha got: "Ev siloganek pir kûr û bi wate ye. Gelê me dê xwe di nava vê siloganê de bibîne. Em bawer dikin ku li Kurdistanê gelê me dê xwe bi xwe bi rêve bibe û azad bibe. Ev ne tenê silogan e. Ev perçeyekî jiyan û felsefeya partiya me ye. Ev silogana pradîkmaya bingeha azadiyê ye."
'EM PARTIYA GELAN IN'
Ayhan, anî ziman ku piştî wan namzetên xwe diyar kir û bi vê siloganê derketin rê ji aliyê gel ve bertekên erênî hatin û wiha berdewam kir: "Partiyên din xebatên xwe yên hilbijartinê bi ajansên reklama dimeşinin. Lê em xebatên xwe bi gel re dimeşinin. Em raste rast bi jiyan û civakê re têkiliyê datînin. Ev silogan a bidestxistina jiyana azad û vegera cewherê jiyanê ye. Em wekî partiyên din bi reklam û teknîkê propaganda xwe nakin. Em bi hêz û piştgiriya gelê xwe xebata xwe dimeşînin."
'XEBATA HEVPAR Û KEDA KOLEKTIF'
Ayhan, da zanin ku ew partiya gel in û hemû hêz û piştgiriyê ji gel digirin û bi xebata hevpar û keda kolektif xebatê dimeşînin. Em hemû pêşniyar û nerînan ji herêmê kom dikin û pêşniyar û nirxandinên gel li ber çavan digirin u dixin meriyetê. Em bi gel re raste rast di nava têkiliyê û temasê dene. Têkilî û parvekirina me her dem berdewam dike.
EZ DENGÊ XWE DIDIM XWE BDP'Ê
Ayhan, da zanîn ku gel BDP'ê ji partiyên din cuda dibîne û wiha axivî: "Dema hûn diçin ji welatiyan dipirsin, dibêjin em dê dengê xwe bidin xwe. Gel BDP'ê wekî xwe dibîne û xwe ji wekî BDP'ê dibîne. Ji ber ku BDP û gel bûye yek. Ji bo ku em pirsgirêkên civakê bi hevre çareser bikin partiya me hatiye avakirin. Hedef û armanca me, em pirsgirêk û kêşeyên civakê bi hevre û bi gel re çareser bikin. Em bêtir pêşniyar û daxwazên civakê û heremê esas digirin. Navend herêmê ji bo xwe esas digire. Em her dem dibêjin gelê me ne mecbûr e bibe mahkûmê partiyek din. Hilbijartina 30'ê Adarê dê bibe hilbijartina serkeftinê."
Ayhan, da zanîn ku ew dê di qada çapemeniyê û medya civakî de jî xebatê bimeşînin û ji bo xwe rast û zû bigînin her kesi dê serî li hemû rê û rêbazan bidin û medya civakî jî bikar bînin.