BDP: Em di 26'ê Îlonê de li Serêkaniya ser xetê ne
BDP: Em di 26'ê Îlonê de li Serêkaniya ser xetê ne
BDP: Em di 26'ê Îlonê de li Serêkaniya ser xetê ne
Navenda Giştî ya BDP'ê da xuyakirin ku ji bo xwedîderketina li şoreşa Rojavayê Kurdistanê ewê di 26'ê Îlonê de li ber avahiya Xizmetê ya Şaredariya Serêkaniya ser xetê çalakiyekê lidar bixin.
Navenda Giştî ya BDP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ewê di 26'ê Îlonê de li Serêkaniyê bin û got, "Weke ku tê zanîn, ji 2 salan û vir ve di şerê navxweyî yê li Sûriyê de, Kurdên li Rojavayê Kurdistanê ne li cem statukoparêz Esad ne jî li cem Artêşa Azad a Sûriyê ku di bin sîwanê wê de hêzên radîkal hene cih negirtine, ji xwe re xeteke sêyemîn pejirandine û tevî gelên din ên li Rojava şoreşa xwe ya demokratîk pêk anîne."
Navenda Giştî ya BDP'ê bibîr xist ku vê şoreşê di 19'ê Tîrmeha 2013'an de saleke xwe dagirtiye û got, "Di sala 2. a vê şoreşê, ku em weke şoreşa azadiya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi nav dikin, bi taybetî bi rêrîşên çeteyên El Nûsra yên ser bi El Qaîdeyê re rû bi rû ye. Di şûna ku ev hêz berê xwe bidin rejîma Baas, êrîşî gelên li Rojava dikin."
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev hêzên mijara gotinê dixwazin Rojava bişkîne nava şerê navxweyî, gelên Rojava penaber bike û ji xwe re qadên bicihbûnê ava bikin. Ji aliyê herkesî ve tê gotin û tê zanîn ku ev hêzênhan muhîmata xwe ya leşkerî, hemû alîkariyên lojîstîk ji Tirkiyê distînin, birîndarên xwe bi hêsanî li nexweşxaneyên li Tirkiyê derman dikin.
Bi armanca hişyarkirina hikûmeta AKP'ê, moraldayîna gelên bindest û xwedîderketina li Şoreşa Rojava, di 26'ê Îlonê roja Pêncşemê saet di 12:00 de li ber avahiya xizmetê ya Şaredariya Serêkaniyê bi beşdariya Hevserokên KCD, Hevserokên me, parlamenterên me, şaredarên me, endamên me yên meclîsa giştî ya bajêr, endamên meclîsa partiyê yên herêmê û hevserokên me yên bajaran, li gel nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û demokratîk, emê çalakiyekê lidar bixin."