BDP: Êrîşa li hemberî Kurkçu terora dewletê ye

BDP: Êrîşa li hemberî Kurkçu terora dewletê ye

BDP’ê êrîşa polîsan a li ser parlamenterê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu şermezar kir û êrîş wek ‘terora dewletê’ bi nav kir.

Navenda Giştî ya BDP’ê der barê êrîşa polîsan a li hemberî Meşa Edeletê ya li Stenbolê di 20’ê mehê de pêk hat de daxuyaniyek da û got: “Duh Meşvanên Edeletê ku ji bajarê cuda yên Tirkiyeyê hatibûn, bi armanca balê bikişînin ser rewşa çalakgerên di protesetoyên Geziyê de hatibûn girtin û binçavkirin, li Stenbolê gihiştin hev û ji aliyê hêzên hikûmetê ve rastî êrîşê hatin. Ev êrîş bi awayekî aşkera, terora dewletê ye.
Polîsan ketina girseyê ya Parka Geziyê asteng kir û kom, ji bo vê protesto bike çalakiya runiştinê da destpêkirin. Li ser vê polîsan êrîşî komê kir.”

BDP’ê da zanîn ku di dema vê êrîşê de Parlamenterê BDP'ê yê Mersînê Ertugrul Kurkçu bi awayekî aşkera hedef hatiye girtin û gaz berdanê.

DIVÊ MECLIS BÊ DENG NEMÎNE

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Wisa xuyaye ku ev êrîş bi talîmata hikûmetê hatiye kirin. Ev helwesta bi kîn û nefret ya polîsan, encama polîtîkaya hikûmetê ye.  Polîs ku divê bi awayekî wek hev nêzî her aliyê civakê bibe. lê hikûmet ji bo vê ferasetê pêş bixîne, hewl nade.  Ev helwest ji pêvajoya çareseriyê gelek dur e.
BDP’ê bang li Meclisê kir û got: “Birêz serokê Meclisê divê li dijî vê êrîşa li ser parlamenterê TBMM’ê bê deng nemîne. Êrîşeke wisa li hemberî parlamenterê meclisê derveyê hiqûqê ye. Em bang li hemû meclisê dikin ku li dijî vê bibin xwedî helwest.

WEZARETA KARÊ HUNDIR Û POLÎS HAT ŞERMEZARKIRIN

BDP’ê da zanîn ku ev êrîşên derveyê qanûnê nayên qebûl kirin û wezareta karê hundir û polîs şermzar kir. BDP’ê  anî ziman ku divê demildest kar û barên fermî der barê wan de bê destpêkirin.