BDP: Gotinên Demirtaş hatine guhertin
BDP: Gotinên Demirtaş hatine guhertin
BDP: Gotinên Demirtaş hatine guhertin
Navenda Giştî a BDP’ê di hinek malperên înternetê de gotinên ku li ser navê Hevserokê Giştî Selahattîn Demirtaş weke “operasyona nelirêtiyê wê pêvajoya çareseriyê xerab bike” derewandin. Demirtaş jî li hemberî vê yekê li ser Twîtterê daxuyaniya “operasyonên nelirêtiyê tam ters wê hêz bide pêvajoya çareseriyê” kir.
Di daxuyaniya ku Navenda Giştî a BDP’ê kirî de wiha hat gotin: “Di hinek malperên înternetê de li ser navê Hevserokê me yê Giştî Birêz Selahattîn Demirtaş gotinên weke “operasyona nelirêtiyê wê pêvajoya çareseriyê xerab bike” hatine weşandin.”
Di daxuyaniyê de ev hatin gotin: “Ne gotinek, daxuyaniyek û peyvekî wiha a Birêz Demirtaş çênebûye. Birêz Demirtaş di nirxandinên kirî de gotiye ku ‘pêwiste heya dawî di ser nelirêtiyê da biçin û di heman biryarbûnê de jî di ser çêkerên parelel re jî pêwiste bê seknan din’ sekna BDP’ê bi şêweyekî diyar daniye holê. Li rexmê vêna hinek malperên înternetê ku gotin û nirxandinên Birêz Demirtaş ters weşandine, em vê niyeta wan a şaş û nêzikatiya wana xerab şermezar dikîn û vedixînîn sererast kirina vê yekê.”
Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demirtaş jî li ser nûçeyên ku ji devê wî di ser hinek malperên înternetê yên derbarê operasyona nelirêtî û bertîlê ji bo “pêvajoya çareseriyê” xerabe, li ser hesaba xwe ya twîtterê daxuyanî da.
Demirtaş wiha got: “Daxuyaniya mina weke operasyona li hemberî nelirêtiyê qet çênebûye. Li rexmê vê yekê yên ku ev manşet weşandine niyeta wan derkete holê. Operasyonên nelirêtiyê tam ters wê hêz bidene pêvajoya çareseriyê. Bi vê bûneyê weke hinekan em wê bi dûv cemaetê jî nekevîn.”