BDP ji bo şermezarkirina bûyeran dê biçe Serêkaniyê!
BDP ji bo şermezarkirina bûyeran dê biçe Serêkaniyê!
BDP ji bo şermezarkirina bûyeran dê biçe Serêkaniyê!
Ji bo şermezarkirina bûyerên Serêkaniyê BDP'ê gelek caran xwest çalakiyan li dar bixe; lê belê ji aliyê Walîtiya Riha û Qeymeqamtiya Serêkaniyê ve hat astengkirin. Ji ber vê yekê di 26'ê Îlonê de bi beşdariya gelê herêmê wê BDP'ê biçe Serêkaniyê.
Di sala 1921'ê de di navbera Sûriye û Tirkiyeyê bi "Peymana Enqere" ku xeta sînor hat detnîşankirin bajarê Serêkaniyê bû 2 beş. Ji beşa li aliyê Tirkiyeyê ma navê Ceylanpinar a ji aliyê Sûriyeyê jî ma navê Resulayn lê hat kirin. Li navçeya ku ji bo beşa li Sûriyeyê Binxet û beşa li Tirkiyeyê Serxet tê gotin hêzên El-Qaîde û Artêşa Azad a Sûriyeyê di 8'ê Mijdara 2012'an de êrîş birin ser hêzên rejîma Baas. Di şerên ku ji wê demê rû didin heta niha nêzî 10 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dan, ji sedî zêdetir jî birîndar çêbûn û bi hezaran jî koç kirin. Dîsa di 16'ê Tîrmeha sala 2013'an de komên girêdayî El-Qaîde û El-Nusra êrîşî maşîneyeke Yekîneya Parastinê ya Jinan (YPJ)'ê kirin û şûnde şer rû da li tevahiya bajêr belav bû. Di encam de hêzên YPG'ê tevayî hêzên çete ji bajêr derxistin. Gelek caran ku BDP'e xwest Serêkaniyê ziyaret bike ji aliyê rayedaran ve hat astengkirin.
QEDEXEKIRINA YEKEMÎN 24'Ê MIJDARÊ
Di 24'ê Mijdara 2012'an de ji ber şerên giran rû didan û bandor li Serêkaniyê jî dikir, heyeta BDP'ê ya ji parlamenterên BDP'ê pêk dihat xwest biçe Serêkaniyê; lê belê ji aliyê qeymeqamtiyê ve biryara heta mehekê lidarxistina çalakiyan qedexe ye hat dayîn. Pir balkêş bû ku biryar roja ku wê BDP'yî çûbana bajêr hat dayîn. Hema piştî biryarê ku heyeta BDP'ê navçe ziyaret kir, polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxeleyî girseyê kir û demek dirêj pevçûnan li kolanên Serêkaniyê berdewam kir.
MEŞ JÎ HAT QEDEXEKIRIN
Ji bajarên herêmê û rojavayê Tirkiyeyê di pêşengiya KCD, BDP, DOKH, Meclîsa Ciwanan û gelek saziyên civaka sivîl li hemberî êrîşên çeteyan ên li Rojava biryar hat girtin ku di 4'ê Tebaxê de li navçeya Serêkaniyê ya Riha meşek bê lidarxistin. Lê belê meş ji aliyê walîtiyê ve bi sedema "ewlekariyê" hat qedexekirin.
DI ZIYARETA DUYEMÎN DE JÎ MUDAXELE
Di pêşengiya KCD'ê û BDP'ê de bi armanca piştevaniya bi gelê Rojava re tevî hemû astengiyên polîsan jî li Parka 3 Fîdan mîtîngek bi tevlîbûna 10 hezar kesî hat lidarxistin. Piştî mîtîngê gel dest bi meşê kir û li ser yekê polîsan mudaxele kir. Di 5'ê Tebaxê de jî polîsan êrîşî konê bi armanca "Nobeta Rojava" kir û TOMA'yan kon xera kirin.
WÊ BDP JI BO ROJAVA CAREKE DIN BIÇE SERÊKANIYÊ
Wê BDP bi tevlîbûna KCD'ê û saziyên civaka sivîl bi dirûşmaya "Xwedîderketina li Şoreşa Rojava" li navçeya Serêkaniyê ya Riha çalakiyekê li dar bixe. Çalakî bi beşdariya Hevserokên KCD'ê, BDP'ê, parlamenterên BDP'ê, şaredar, endamên meclîsan, serokên bajaran, nûnerên saziyên civaka sivîl û demokratîk di 26'ê Îlonê saet 12.00'an li ber avahiya xizmetê ya Şaredariya Serêkaniyê bê lidarxistin.