BDP li dijî Facebook dest bi kampanyayeke navneteweyî dike

BDP li dijî Facebook dest bi kampanyayeke navneteweyî dike

BDP, di çarçoveya mafê xwe yê huqûqî de li dijî Facebookê ku li ser daxwaza dewleta Tirk malperên siyasetmedar û saziyên Kurdan girt, dest bi kampanyayeke navneteweyî dike.

Li dû daxuyaniya dîrektorê Ewropayê yê Facebookê Richard Allan ku di rojnameya Radîkalê de hat weşandin û got, "Me malperên mijara gotinê, ji ber ku pesnê rêxistina di lîsteya terorê de ne dikirin, girt" BDP dest bi kampanyayekê dike. Huqûqnasên BDP'yî li ser rê û rêbazên huqûqî yên li dijî Facebookê radiwestin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, der barê "biryara girtinê" de wê li rayedarên payebilind ên Facebookê yên li paytexta Îrlanda Dûblîn û navendên li Emerîkayê îtiraz werekirin û ji rayedaran bê xwestin ku biryara girtinê betal bikin. Eger ev biryar neyê rakirin, wê ji rayedaran re bê ragihandin ku, dê serî li rêya tazmînatê bidin.

Eger Facebook bersiveke neyînî bide van giliyan, wê BDP di çarçoveya mewzûata huqûqî yên welatên navendên Facebookê lê ne, serî li rêyên qanûnî bide. Her weha ji bo sererastkirina biryarê wê der heqê Facebookê de li qada navneteweyî kampanya were destpêkirin. Ev kampanya wê ne bi rêbaza "boykot" an jî "çalakiyan" be. Wê kampanyaya bilêvkirina şaşiya biryarê be.