BDP li Stenbolê ji bo perwerdeya zimanê dayikê dadikeve qadan
BDP li Stenbolê ji bo perwerdeya zimanê dayikê dadikeve qadan
BDP li Stenbolê ji bo perwerdeya zimanê dayikê dadikeve qadan
Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê di çarçoveya çalakî û aktîvîteyên bi daxwaza "Perwerdeya bi zimanê dayikê" yên di meha Îlonê de bên lidarxistin, bernameya xwe aşkera kir.
Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê bernameya xwe ya çalakî û aktîvîteyên ji bo "Perwerdeya bi zimanê dayikê" yên di meha Îlonê de bên lidarxistin, li avahiya partiyê bi civîneke çapemeniyê aşkera kir. Di civînê de Hevserokê Rêxistina Stenbolê ya BDP'ê Emrullah Bîngul, Alîkarê Hevserokê Rêxistina Stenbolê Erkan Karabay û Endama Desteya Rêveberiya Bajêr Ayşe Karadag amade bûn. Di civînê de Hevserok Emrullah Bîngul di axaftina destpêkê de destnîşan kir ku di pêvajoyeke pir zor û zehmet re derbas dibin û axaftina xwe wiha berdewam kir, "Daxuyaniya KCK'ê 'Em vekişînê radiwestînin' nîşan dide ku em ketine pêvajoyeke zehmet. Berdewamkirina agirbestê jî ji bo me şanseke. Hikûmeta gav neavêt û hişt ku pêvajo bê vê nuqteyê divê demildest gav biavêje."
Bîngul di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku yek ji merheleyên herî girîng ên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd "perwerdeya bi zimanê dayikê" ye û got, "Perwerdeya bi zimanê dayikê ji maf û azadiyên bingehîn ên hîn jî dayikbûnê ve tên."
'KURD WÊ TEVAHIYA MAFÊN XWE BI DEST BIXIN"
Piştî axaftina Bîngul Alîkarê Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Erkan Karabay agahiyên çalakî û aktîvîteyên ji bo "perwerdeya bi zimanê dayikê" yên bên lidarxistin parve kir. Karabay got ku bi mebesta tevayî astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê tên rakirin, zimanê kurdî bigihêje statuyeke huqûqî û sirûda "Andimiz" a li dibistanan didin xwendin bê rakirin di tevahiya meha Îlonê de wê çalakî û aktîvîteyan li dar bixin.
Çalakiyên bên lidarxistin wiha ne:
- 11'ê Îlonê roja Çarşemê saet, 12.00'an li Bagcilar, Beyoglu û Kartal li ber Midûriyetên Perwerdeyê yên Millî çalakiyên rûniştinê pêk werin û daxuyaniyên çapemeniyê wê bên dayîn.
- 15'ê Îlonê roja Yekşemê saet 13.00'an ji ber Lîseya Galatasaray heta Qada Taksîmê meş bê lidarxistin.
- 16'ê Îlonê roja Duşemê li tevayî navçeyên Stenbolê bi zarokên ku cil û bergên dibistanê li ser wan li gorî taybetiyên xwe li ber gelek dibistanan çalakiyên "Boykotkirina dibistanan" wê bên lidarxistin.
Dîsa ji 11'ê Îlonê ve li tevayî qad û taxên navçeyan wê stand bên vekirin, "Ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê" wê îmze bên komkirin, belavok û afîş bên belavkirin.