BDP û gelê Mêrdînê ji bo aştiyê çûn çiyayê Bagokê
BDP û gelê Mêrdînê ji bo aştiyê çûn çiyayê Bagokê
BDP û gelê Mêrdînê ji bo aştiyê çûn çiyayê Bagokê
BDP'a Mêrdînê û BDP'a navçeya Kerboran a Mêrdînê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê û pêvajoya çareseriyê de li Kerboranê civîna gel lidarxist.
Beriya ku civîn destpê bike ji bo şehîdên şoreşê bi deqeyeke rêz hat girtin. Serokê BDP'a Kerboranê Selîm Kiliç di civînê de axivî û diyar kir ku dê ew Roja Aştiyê ya Cîhanê bi hewaya şahiyê pîroz bikin û ji bo wê jî bang li gel kir ku bi awayeke girseyî tevli mîtînga îro bibin. Kiliç di der barê pêvajoya çareseriyê de jî axivî û diyar kir ku ger hikûmet di 1'ê Îlonê de jî gav ne avêje bila her kes bizanibe ku pêvajo ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatiye xitimandin. Piştî axaftinan girseyê ku tevli civînê bibû heta derengiyê şevê li ber stranan govend girtin.