BDP wê di 1'ê Îlonê de du peyaman bide: Pêvajo û Rojava

BDP wê di 1'ê Îlonê de du peyaman bide: Pêvajo û Rojava

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku ewê mîtîngên 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi du sernavan pêk bînin. Demîrtaş got, "Ya yekemîn; ji bo rêveçûna pêvajoyê demeke krîtîk e. Divê dema hikûmet gavan biavêje destpê bike. Pêwîste ev bê bîra hikûmetê û nekeve nava rîskên şer. Em li welatê xwe û li herêma xwe şer naxwazin. Ya duyemîn jî peyama destekdayîna Rojava ye." Demîrtaş dema êrîşên li dijî Rojava dinirxand got, 'Niha 9 endamên El Qaîdeyê li Serêkaniya ser xetê li malekê ne."

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li parlamentê bersiv da pirsên komeke rojnamevanan ên li ser pêvajoyê û helwesta partiya xwe ya der barê destwerdaneke leşkerî ya li dijî Sûriyê de weha rave kir: "Esad dîktatorek e. Berê komkujî kiriye. Ya duyemîn jî, hêzên li dijî Esad şer dikin, ne hemû lê çeteyên îdîa dikin li dijî Esad şer dikin, wan jî komkujî kirine. Ya sêyemîn; îdîaya bikaranîna çekên kîmyewî li holê heye. Belê diyar e çeka kîmyewî hatiye bikaranîn, lê ne diyar e kê bikar aniye. Li ser bingeha van agahiyan helwesta BDP'ê ev e; Di şûna ku hikûmet di çarçoveya berjewendiyên emperyal ên navneteweyî de tevbigere, divê polîtîkaya xwe ya li ser Sûriyê biguherîne û bi vî rengî nêzî mijarê bibe. Neçar e dîplomasiyeke piştgiriyê dide gelên Sûriyê û azadiyan garantî dike, bimeşîne."

EM LI DIJÎ ERKDARIYA ŞER IN

Demîrtaş da xuyakirin ku eger deshilatdariya AKP'ê erkdariya Sûriyê bîne Meclîsê ewê li dij derkevin û got, "Eger ev erkdarî têkeve rojeva Meclîsê BDP wê teqez helwestê nîşan bide. Em li dijî erkdariya şer in. Emê ti carî erê nekin ku Tirkiye têkeve nava şer. Polîtîkaya hikûmetê ya di vê mijarê de, ne hevgirtî ye. Li polîtîkaya der barê Misrê de binêrin, veguheriye rewşeke nakok. Rewşa li Misrê û rewşa li Sûriyê ji hev gelekî cûda ne. Polîtîkaya derve ewçend nehatiye binpêkirin. Dibe ku Birêz Davûtoglû xwedî niyeteke baş be. Bêguman ji bo derketina şer nakeve nava hewldanan. Lê belê di şûna ku bûyerên li derdora xwe diqewime fêm bike, dibêje yê herî baş dizane ez im, min pirtûka vî karî nivîsandî ye. Tiştekî gelekî şaş e. Min pêşniyar lê kir, ku biçe serdana partiyên mûxalefetê, li pêşniyarên wan guhdarî bike."

9 ENDAMÊN EL NÛSRA LI SERÊKANIYA SER XETÊ LI MALEKÊ NE

Demîrtaş rewşa li Rojavayê Kurdistanê jî nirxand û diyar kir ku 9 endamên Eniya El Nûsra ya ser bi El Qaîdeyê niha li Serêkaniya ser xetê li malekê ne. Demîrtaş weha peyivî: "Ji rêveçûna giştî ya Sûriyê ne gelekî cûda ye. Li wê derê jî hevsengî li ser gelek parametreyan hatine rûniştandin. Bakurê Sûriyê niha hinekî aram e. Lê belê bi destê çeteyan di demên dawî de li dijî Rojavayê Kurdistanê êrîş destpê kirin. Ti sedemeke ku El Nûsra êrîşî herêmên Kurdan bike tineye. Di bi navê 'Cîhadê' de êrîşkirina mirovên li ser axa xwe, ne rewa ye. Tirkiye dibêje ew piştgiriyê nade El Nûsra. Lê belê sînorê Serêkaniyê hînê ji El Nûsra re vekiriye. Min bi xwe di hevdîtinekê de ev yek ji wezîrekî re got. Eger berevajiya vê îdîa bikin, hingî ez niha adresekê bidim we. 9 endamên El Nûsra niha li wê malê ne. Hûn dixwazin em hema niha biçin lê binêrin, li Serêkaniya ser xetê ye. Ez Hevserokê partiyekê me, lê nikarim biçim Serêkaniya ser xetê. Çeteyên El Nûsra bi çekên xwe dikevin navçeyê. Çalakiya xwe dike, vedikişe. Diyare ku kîjan malbatên navçeyê piştgiriyê didin wan. Nav bi nav diyar in. Tirkiye ji aliyekî ve bi Salih Muslim re hevdîtinê dike ji aliyê din ve jî vê yekê dike, ev dîplomasiyê pûç dike."

Demîrtaş di mijara vekirina sînoran de bal kişand ser hewldanên Davûtoglû û got, "Li vê derê bi rêya we ez dixwazim jê re spas dikim. Di vî warî de alîkariya hin wezîran çê bû. Ev mijareke însanî bû. Girtina korîdora însanî bi xwe pirsgirêkek bû. Ya girîng, pêşîvekirina li bazirganiya navbera Rojava û Tirkiyê ye. Pêwîste hevdîtinên navbera PYD û Tirkiyê dewam bikin. Em girîngiyê didin vê mijarê. Divê teqez der heqê Sûriyê de tiştek were kirin. Lê belê ev rêbaz ne bombebaran e. Divê ji piştgirî ji tevahiya komên li wê derê re li ser navê demokrasiyê bihata dayîn. Niha ji sedî 50 yê gel li pişt Esad e, di rewşeke bi vî rengî de wê şer veguhere şerê navbera gelan. Divê Tirkiye vê bibîne. Rêya vê ne bombebaran e."

DIVÊ KONGREYA NETEWEYÎ PIŞTGIRIYÊ BIDE STATUYA SIYASÎ YA ROJAVA

Der heqê pirsa li ser Kongreya Neteweyî ya Kurd de Demîrtaş got, "Divê alîkariya însanî were zelakirin. Li hemberî êrîşên çeteyan ên li dijî Rojava, pêwîste hemû Kurd bi têgihiştina parastina hevkar tevbigerin. Divê kongre bi vê perspektîfê mijarê binirxîne. Ya sêyemîn jî, divê statuya siyasî ya Rojava ji kongreyê piştgiriyê bibîne. Ji ber ku êdî diyare li wê derê Sûriyeyeke homojek bi sîstemeke yekpare nebe. Li ser sîstemeke federatîf an jî santral gotûbêj tên kirin. Divê kongre piştgiriyê bide vê."

DI MÎTÎNGÊN 1'Ê ÎLONÊ DE 2 PEYAM

Ji bo pirsa li ser peyama 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê jî Demîrtaş got, "Mîtîng wê bi du sernavan werin kirin. Ya yekemîn; ji bo rêveçûna pêvajoyê demeke krîtîk e. Divê dema hikûmet gavan biavêje destpê bike. Pêwîste ev bê bîra hikûmetê û nekeve nava rîskên şer. Em li welatê xwe û li herêma xwe şer naxwazin. Ya duyemîn jî peyama destekdayîna Rojava ye. Bi taybetî eger em balê nekşînin ser lîstikên li ser Rojava tên lîstin, kes balê nakşîne ser. Û bi mîtîngan re em dixwazin careke din balê bikşînin ser."