Civaka navneteweyî ji bo peydakirina çareseriyeke ji bo krîza Sûriyeyê ya ku 16 meh in didome, di nava tengasiyan de ye. Ji Enstîtuya Siyaseta Navneteweyî û Ewlekariyê ya Alman Heiko Wimmen ku pêşketin û bûyerên li herêmê ji nêzîk ve dişopîne diyar kir ku di sala 2012 de li hemberî Sûriyeyê destwerdaneke leşkerî pêk nayê. Wimmen bersiv da pirsên ANF’ê û diyar kir ku dê bedela tundiya li Sûriyeyê mezin be û got; “Qet nebêjin gava rejîma Esad hilweşiya dê tundî raweste.”
Herî dawî di civîna G-20 a bi beşdariya rêberên Rojava li Meksîkayê pêk hat, jî nekarî çareserî ji Sûriyeyê re bibînin. Li aliyekê daxuyaniyên berdewamkirina firotina çekan ji bo Sûriyeyê, li aliyekê tirsa ku dê çekên Qetar û Siûdî Erebîstan ji muxalîfên Sûriyeyê re dişînin bikevin destê El Qaîdeyêû li aliyeke din jî komkujiyên bi komel…
Li gorî çapemeniya Rojava ji adara 2011 ku bûyerên tundiyê berdewam kirin û vir ve zêdetirê 15 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî çavdêrên navneteweyî destwerdaneke leşkerî li hemberî Sûriyeyê nikare pêşî li tundiyê bigire. Ji Enstîtuya Siyaseta Navneteweyî û Ewlekariyê ya Alman Heiko Wimmen komkujiyên li Sûriyeyê şiband komkujiyên sala 1999 li Cezayîrê pêk hatin û got; “Lê li Rojava ji bo rawestandina tundiyê nêrîna tu kesekî tune ye.”
'SÎSTEMA PARASTINÊ YA SÛRIYEYÊ NAYÊ ZANÎN"
Wimmen diyar kir ku hêzên muxalîf ên Sûriyeyê jî tundiyê pêk tînin û got;"Li gorî raporên dawiyê 3-4 hezar endamên artêşa Sûriyeyê hatin kuştin. Divê mirov kuştinên sivîlan li vê zêde bike. Êrîşên bombeyî, komkujî pêk tên. Lê hemû kiryar ne diyar in. Her aliyek yê din tawanbar dike." Pisporê Rojhilata Navîn Wimmen diyar kir ku niha di rojeva Rojava de destwerdanaSûriyeyê tune ye û got:
"Civaka navneteweyî heta niha di meseleya operasyonê de li hev nekiriye. Ya herî girîng jî kes amade nîne ku berpirsyartiyê bigire ser xwe. Teqez dê ev der ji şerê Iraqê cûdatir be. Ji ber ku hêzên operasyonê nizanin dê bi parastineke çawa ya Sûriyeyê re bên beramberê hev. Rûsya bi aşkereyî hêza parastina hewayî ya Sûriyeyê xurt dike. Ger îro jî ji bo operasyonê biryar were dayîn, dê bi mehan dest pê neke. Ji ber wê jî destwerdana leşkerî îsal pêk nayê."
ESAD HETA DAWIYÊ DÊ JI BO DESTHILATIYÊ LI BER XWE BIDE
Çavderê Enstîtuya Ewlehiyê û Siyaseta Navnetewî ya Almanyayê Wîmmen destnîşan kir ku şerê eniyê ya li Lîbyayê qewimî, li Suriyeyê ne mumkun e û wiha got: “Ger ku êrîşa hewayî wekî ku li Sirbîstanê hate kirin, bi armanca ku çavê rejîmê bitirsînin bê kirin jî, ne diyare ku dê çiqas bidome. Belkî operasyoneke wisa bi mehan bidome. Ev jî dê zêdetir rê li ber mirina mirovan vebike.”
Wîmmen da zanîn ku Esad dê heta dawiyê ji bo li ser desthilatiyê bîme dê têbikoşe û wiha got: “Ji ber ku dizane. Dest ji desthilatiyê berde dê dawiya wî bê. Esad pêşî dê welatekî ku bi dadgeha cezaya navneteweyî re naxebite tercih bike. Her wiha ne bawere ku welatê ku biçe dê heta dawiyê wî biparêze. Dostê wî yê herî nêz Îran jî dixwaze li Suriyeyê bimîne.”
Wîmmen bi lêv kir ku Esad hê jî aliyekê bi ser dikeve ye û der barê pêvajoya piştî ku rejîm hilweşe de jî wiha got:
ENDAMÊN ARTÊŞÊ DÊ ŞERÊ NAVXWEYÎ DIJWAR BIKIN
“Ez bi salan li Suriyeyê û Rojhilata Navîn temaşe dikim. Piştî hilweşandina rejîma Esad şîdet dê raneweste. Dê zêdetir bibe. Komên baweriyên cuda û nasnameyên cuda dê bên hemberî hev. Dê şerê navxweyî derbikeve. Heta piştÎ rejîm hilweşe hin aliyê artêşa Suriyeyê şîdetê zêdetir bikin.
Lê ji Iraqê zêdetir dê hêzên herêmî Suriyeyê tevlihev bike. Dema mirov van bînin ber çavan ez ji bo Suriyeyê bê hêvî me. Bi kurtasî ez vê bêjim. Guhertina rejîma Esad, dê bedela wê pir mezin be.
Wîmmen ku ji bo lêkolînên zanistî ji sala 1990’yî heta 2009’an li welatên Rojhilata Navîn geriya, yek ji pisporên girîng yê Almanyayê ye. Di navbera 1997-2002’an de li Beyrudê rojnamegeriya serbest kir. Di navbera 2004-2009’an de li Weqfa Heinrich Boll rêveberî kir. her wiha koordînatoriya projeya ‘li Welatên ereb guherîna civakî’ ya Estîtuya Ewlehî û Siyasetê ya Navnetewî a Almanyayê dike.