Bedenên Amedê û bexçeyên Hevselê namzetên mîrateya cîhanê ne

Bedenên Amedê û bexçeyên Hevselê namzetên mîrateya cîhanê ne

Bedenên Amedê ku beriya 5 hezar salan ji aliyê Asûriyan ve hat lêkirin û bexçeyên hevselê, ji Mîrateya Çandê ya Cîhanê ya UNESCO re namzet e. Hemû prosedurên fermî yên ji bo namzetiyê temam bûn û materyalên dîtinî yên pêwîst dê van rojan ji nûneriya UNESCO re bên şandin.

Hewldanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Konseya Bajêr a Yerel Gundem 21, DÎSÎAD (Komeleya Karsaz û Pişesazan a Amedê) û DTSO (Odeya Pişeyî û Bazirganî ya Amedê) yên ji bo beden û bexçeyên hevselê yên Amedê li lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO werin bicikirin, li ber qedandinê ne.

Li dû fûara EMÎTT û civînên "Bajarê Dîrokî yê Qeleha Amedê", ji bo bedenên Amedê yên di lîsteya demborî ya Mîrateya Çandî ya UNESCO de cih digirin, bi awayekî mayînde cih bigirin prosedurên pêwîst temam bûn.

Ji Konseya Sîte û Bîrdariyan a Navneteweyî (ICOMOS) ku di vê mijarê de ji UNESCO re şêwirmendiyê dike, 55 endamên 15 welatên mîna Portekîz, Spanya, Yewnanîstan, Elmanya, Îtalya, Swêd, Norwêc, Emerîka, Kanada û Misir, li ser vexwendina Şaredariya Bajarê Mezin û Walîtiya Amedê di 11-14'ê Nîsanê de hatibûn Amedê, civîn lidar xistibûn û lêkolîn kiribûn.

Dema fermî ya serlêdanê heta Sibata 2014'an de. Piştî ku materyalên pêwîst bi temamî hatin amadekirin, beriya dê van rojan bi rêya Wezareta Çand û Tûrîzmê serî li UNESCO bê dayîn.