Bêdengiya hikûmeta Başûr li pêşberî darvekirinan hat rexnekirin

Bêdengiya hikûmeta Başûr li pêşberî darvekirinan hat rexnekirin

Darvekirina siyasetmedarên Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr û Riza Îsmaîl ji aliyê rejîma Îranê ve, li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmanî bi civînekê hat şermezarkirin. Di civînê de bêdengiya hikûmet û çapemeniya Başûrê Kurdistanê ya li pêşberî darvekirina siyasetmedarên Kurd li Îranê, hat rexne û şermezarkirin.

Di civîna li avahiya Însiyatîfa Civaka Medenî de, nûnerên KNK, Rêxirawî Jinanî Azadî ya Kurdistan (RJAK), Hemwelatî Azad  û yeksan, , Gencanî Welatparêz, PÇDK, PYD, PJAK, Însiyatîfa Civaka Medenî ya Silêmanî, Komeleya Mafên Mirovan a Kurd li Ewropayê, 11 Federasyona Saziyên Civakî, Rêxirawî Çak, Bizotneweyî Goran, Hizbî Zehmetkeşanî Kurd û Hizbî Ayindeyî Kurdistan amade bûn. 

Di civînê de darvekirina siyasetmedarên Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr û Riza Îsmaîl hat şermezarkirin û bêdengiya hikûmet û çapemeniya Başûrê Kurdistanê ya li pêşberî darvekirinan hat rexnekirin. 

Li hember darvekirina herdu siyasetmedarên Kurd roja Çarşemê jî dê bi dirûşma “Na ji bo Sêdarê” çalekiyekî protestoyî û daxuyaniheke çapemeniyê werin lidarxistin. Her wiha di civînê de du lijne hat avakirin. Yek ji van lijneyan wê hêzên siyasetmedarên Başur û Rojhilat ziyaret bike, lijneyen din jî hemû saziyên civakên medenî ziyaret bike ku tevlê ve çalekiya protestoyî bibin.