Bedlîsiyan komploya 9'ê Cotmehê şermezar kirin

Bedlîsiyan komploya 9'ê Cotmehê şermezar kirin

Li Bedlîsê biboneya 15’mîn salvegera komploya 9’ê Cotmehê a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê hate şermezarkirin.

Di nav de Şaredarê Norşênê ê BDP’ê M. Emîn Ozkan û geleke kes di nav de heyî li ber avahiya BDP’ê ya Bajar kombûn û ber bi Mizgefta Ûlû meşiyan.

Piştî meşê Serokê BDP’a navçeyê Cewdet Îçyer daxuyanî da. Îçyer da zanîn ku, komploya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêkhat, hemû gelên Rojhilata Navîn hedef girtine û got: “Hêzên navnetewî û paşveroyên herêmê Kurdê Azad ji xwe re weke gefekê dîtine. Ji ber vê sedemê Rêber Apo ku Kurdê Azad xuliqand, dîl girtin û xwestin bi vê riyê Tevgera Azadiya Kurd têk bibin.”

Îçyer anî ziman ku, Tevgera Azadiya Kurd ya di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de her roja ku çû xwe mezin kir û komplo vala derxist. Îçyer gotina Ocalan ya “komployên dîrokî pêşketinan na rawestînin, wana lez didinê” bibîr anî.

Îçyer balkişande ser ku, îro jî hikumeta AKP’ê bi rê û rêbazên nû komployê dide berdewam kirin û anî ziman ku, gelê Kurd dê tekoşîna xwe berdewam bike.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê girse careke din ber bi Avahiya BDP’ê ya Bedlîsê ve meşiya û çalakiya xwe bidawî kirin.