Bêhereketbûn zerarê dide mejiyê mirovan

Bêhereketbûn zerarê dide mejiyê mirovan

Li gor lêkolîneke li DYA, dema mirov zêde bêhereket bimîne û demeke dirêj rûne li ser mejî bandoreke mezin çêdike.

Li gor rojnameya zanistî ya bi navê Plos One  tevgera rojane û bandora wê ya li ser mejî li ser 88 kesên temenê wan di navbera 60-70 salî de hat lêkolînkirin. Ev 88 kes ji kesên ku nexweş, lê zêde hereket nakin hilbijartin. Di lêkolînê de bi awayekî hemwext ‘madeyên spî’ yên di mejiyên wan kesan de hatin lêkolînkirin.

Di lêkolînê de derket holê ku spora di saetên diyar ên rojê de ji bo mejiyekî saxlem têr nake. Li gor vê kesê sporê dike di wextê cuda yê rojê de timî di pozîsyona rûniştinê de bimîne wê bandorên erênî yên sporên ji holê rabin.

Li gor vê di mejiyê mirovên bi awayekî asayî yan jî bi qasî xwêdan bigirin di nav tevgerê de bin  lezyonên di madeya spî hê kêmtir in. Di mejiyê mirovên ku timî hereket dikin madeya spî hê saxlemtir e. Ev jî dibe sedem ku kes di axaftin, agahî û fêmkirinê de hê serkeftîtir bin.

Zanistê bi navê Agnieszka Burzynska yê lêkolîn bi rê ve bir got ku dema mirov zêde bêhereket bimîne û demeke dirêj rûne li ser mejî bandoreke mezin çêdike. Burzynka anî ziman ku dema mirovên îxtiyar timî di nav tevgerê de bin ji bo mejiyê wan baş e.  

.