Bejahiya Çewlîkê tê bombebaran kirin

Bejahiya Çewlîkê tê bombebaran kirin

Piştî li Girtîgeha Tîpa M a Çewlîkê 18 girtiyên siyasiyên PKK'ê serdab (tunel) kolandin û xwe ji girtîgehê rizgar kirin, li bejahiya gundên Çan û Ferxanê yên Çewlîkê bi Helîkopterên Kobra bombe kirin.

Li Girtîgeha Tîpa M a Çewlikê 18 girtiyên siyasiyên PKK'ê piştî demek dirêj tunel kolandin û bi riya serdab (tunel)ê xwe ji girtîgehê rizgar kirin.

Piştî 18 gerîlayên PKK'ê xwe rizgar kirin bi tevlêbûna leşker û polîsên Çewlîk û Amedê li ser riyên bajarên Dersîm û Xarpêtê tedbîr hatin girtin. Hat diyar kirin ku di saetên êvarê de helîkopterên kobra çoltera gundên Çan û Ferxan dan ber bombeyan. Welatiyê ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku çolterên tê bombebarandin li wan çolteran ajalwanî tê kirin û saet di 17.30'an de Kobra bê navber li ser çolteran difirin û kişif dikin.

 Welatî da zanîn ku piştî demek nêzîk helîkopterên hatin herêmê bi çekên giran dan ber bombebaranê û heta saet 19.30'an bombebarandina herêmê berdewam kir. Welati anî ziman ku derbarên ajalande di nava fikaran dene û piştî bombebaran bi dawî bû çûn li çolterê li ajalên xwe geriyan.