Bekîr Kaya cara duyemîn ji bo Wanê namzet e

Bekîr Kaya cara duyemîn ji bo Wanê namzet e

Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, ku di çarçoveya operasyonên rejîma AKP'ê yên di bin navê 'KCK'ê de hat girtin û dûre hat berdan, ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji BDP'ê careke din ji bo namzetiyê serlêdan kir.

Şaredarê Bajarê Wanê Bekîr Kaya, ji bo di hilbijartinên herêmî yên 2014'an de ji BDP'ê bibe namzet, serî li Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Wanê da. Kaya li avahiya partiya ku ew endamê wê ye daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Mîna ku me di 5 salên bihurî yên Serokatiyê de bi rûmeta xwe xizmet kirin, em amade ne ji niha û pê ve jî 5 salên din jî xizmetê bikin."

Hevserokên BDP'ê yên Bajarê Wanê Mûsa Îtah û Fîgen Yaşar jî serlêdana namzetê namzetiyê ya Kaya pejirandin. Îtah der barê serlêdanê de got, "Gelê me bi meraq dipirsî ka Serok Bekîr Kaya dê dîsa bibe namzet an na? Em jî niha ji gelê xwe re aşkera dikin. Serok Bekîr Kaya ji bo namzetê namzetiyê serlêdana xwe kir. Li tevahiya gelê Wanê pîroz be." Serlêdana Kaya ji aliyê partiyiyan ve bi coş hat pêşwazîkirin.

Bekîr Kaya di operasyona 7'ê Hezîrana 2012'an a bi îdîaya li dijî KCK'ê de bi sûcdariya "endametiya rêxistinê" hatibû girtin. Kaya di 29'ê Adara 2013'an de hatibû berdan. Di girtîgehên dewleta Tirk de hînê 17 Serokên Şaredariyan ên BDP'yî hene.