Belavkarên Azadiya Welat rastî gefa polîsan hatin

Belavkarên Azadiya Welat rastî gefa polîsan hatin

Xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundem û Azadiya Welat, Onder Çevîk û Jiyan Karabey ji aliyê polîsan ve rastî gefan hatin.
Xebatkarên rojnameya Ozgur Gundem û Azadiya Welat ku li Erziromê rojname belav dikirin ji aliyê polîsan ve rastî gefan hat. Xebatkarên rojnameyê Onder Çevik û Jiyan Karabey rastî gefên polîsan ên "Carek din vê rojnameyê belav nekin. Ger hûn belav bikin tiştê ku bê serê we em nabin berpirsiyar" û gef xwarin.

Onder Çevik anî ziman ku ji aliyê polîsan ve her dem rastî gefan tên û wiha got: "Li Erziromê rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundem rastî daxwazên zêde tê. Jiyan Karabey jî anî ziman ku ew ji gefan natirsin û dê li hemberî van gefan helwesta wan zelal be.