Belgewariya bi navê “Pinochet” a ku dîkdatorê berê yê Şîliyê Augusto Pinochet weke lehengek neteweyî yê ku welat ji komunîzmê rizgar kiriye, bi nav dike, bû sedema malbatên kesên sosyalîst ên ku di dema cûntayê de hatine qetilkirin.
Ev belgewarî cara yekemîn roja yekşemê li paytext Santiagoyê hat nîşandan. Ev belgefilm ji aliyê “Rêxistina 11’ê Îlonê” ya ku navê xwe ji roja derbedanîna Pinochet wergirtiye, hatiye fînansekirin. Serokê vê saziyê Juan Gonzales di destpêkê de axaftinek dike û diyar dike ku çîrokên Pinochet hatine manupîlekirin, wan jî xwestiye vê yekê nîşan bidin.
Xwîka Gonzales, Fransics Gonzales jî diyar dike ku ew jî di dema cûntaya leşkerî de li rastî îşkenceyê hatiye û vê yekê weke bedela şerê li dijî “terorîstên çepgir” bi nav kir.
Alîkara Serokê Komeya Xzimên Girtî û Wendahiyan Mireya Garcia di daxuyaniya da de diyar kir ku ew destûr nadin ku belgefilmeke wiha pesnê dîkdatorî, terora dewletê û sucên wê yên ku em pêre rû bi rû mane were weşandin.
Birayê Garcia, Israel Garcia jî di sala 1977’ê de ji aliyê rejîma dîkdator a Pinochet ve hatiye wendakirin. Garcia aqibeta birayê xwe bi bîr xist û got; “Endamên malbatên me ji ber sedemên pûç di têkoşiya ji bo demokrasiyê de nemirin” û hikûmetê weke berpirsê destûrdana belgefilmê destnîşan kir.
Xizmên wendahiyan û 10 rêxistinên mafê mirovan ji Serokdewletê Şîlîyê Sebastian Pinera re nameyek şandin û xwestin ev belgefilm were qedexekirin. Lê serokdewlet bi hinceta azadiya ramanê vê daxwazê red kir. Dadgehê jî bi heman hincetê daxwazê red kir.
Dîrektora şîrketa lêkolîna gelemperiyê Marta Lagos jî destnîşan kir ku ji bo rizgarkirina îmaja Pinochet, li welêt hewlek pir mezin tê dayîn.
Sala para, hikûmeta Şîlîyê ragihand di dema Pinochet de 40 hezar û 18 kes bûne qûrbanê cûntayê û ji vana 3 hezar û 95 kes hatine kuştin û 1200 kes jî heta niha wenda ne.