Sendîka guman dikin ku şîrketa Carrefour di nava hefteyê de herî kêm 500 yekîneyên xwe yên îdarîyên li Franseyê ji holê rabike. Tê diyarkirin ku dibe Carrefour piştî Yewnanîstanê xwe ji Tiriyeyê jî vebikişîne.
Patronê nû yê şîreta Carrefourê Gerorges Plassat li bendê bû ku ji bo ji nû ve zindîkirina şîrketê tesarûfê bike. Tê diyarkirin ku şîrket bi taybet ji ber kêmasiyên îdarî û stratejîk neçar ma ku tesarûfê bike.
Rojnameya Le Figara nivîsandibû ku dê şîrketa Carrefourê ji ber dildariya xwe 500 yekîneyên xwe yên kar ên li Franseyê ji holê rabike. Delegeya sendîkaya neteweyî CFDT Serge Corfa ragihand ku li gorî agahiyên gihiştine ber destê wan dê 500 an jî 600 yekîneyên îdarî ji holê bên rakirin.
Ajansa Reutersê jî diyar kir ku Carrefour piştî ku Carrefour di meha hezîranê de xwe ji Yewnanîstana bi krîza aborî re rû bi rû ma vekişand, dibe ji welatên weke Tirkiye, Endonezye û Polonyayê jî vebikişe.