Bêmal bi hêrs û xemgîniyeke mezin hat veşartin

Bêmal bi hêrs û xemgîniyeke mezin hat veşartin

Bêmal Tokçû yê bi fîşeka polîsan li Geverê jiyana xwe ji dest da, tevî hewa sar û berfê jî bi merasîmeke bi beşdariya hezaran kesî hat veşartin. Li dû merasîma cenaze ya bi hêrs û xemgîniyê, ciwan ber bi navenda navçeyê ve meşiyan, lê rastî destwerdana polîsan hatin. Li navçeyê tengezarî û pevçûn dewam dike.

Cenazeyê Bêmal Tokçû yê di dema êrîşa polîsan a li protestoya qetilkirina Mehmet Reşî Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr de bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneya li Wanê jiyana xwe ji dest da, li gel barîna berfê bi merasîmeke beşdariya bi hezaran kesî hat oxirkirin. 

Di merasîma cenaze de parlamenterên BDP'ê Esat Canan, Ozdal Uçer û rêveberên BDP'ê jî amade bûn. Bi hezaran welatî li ber Mizgefta Navendê ya Berê ya li Taxa Kişlayê hatin cem hev û bi wêneyên gerîlaya HPG'ê Gonul Atak (Rûken Gever) a di sala 2012'an de jiyana xwe ji dest da, Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr, Bêmal Tokçû, alên HPG, PKK, KCK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

LI GEVERÊ ŞÎN HEYE

Ciwanên endamên YDG-H jî bi meşa leşkerî cihê xwe di merasîmê de girtin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Hevalê Bêmal namire" "Tolhildan" û "HPG bersivê bide" qîriyan.

Malbata Tokçû jî, ji ber rêya gundê Alekana ji ber berfê hat girtin, piştî ku rê ji aliyê wesayîtên şaredariyê ve hat vekirin, beşdarî merasîmê bû. 

Balkêş bû ku li malên derdorê jî kevnikê reş hat daliqandin. Girseya gel a xwe gihand goristanê, deqeyek rêz girt. Cenazeyê Tokçû bi hêrseke mezin û xemgînî, b dûayan hat veşartin.

Serokê Rêxistina BDP'ê ya Geverê Naîl Dûrmaz li merasîmê peyivî û anî ziman ku weke gelê Kurd ew hefteyeke êşeke hevpar dijîn û got, "Hevalên me Reşît, Veysel û Bêmal, ji bo zerarê nedin goran, bedenên xwe kirin mertal." Dûrmaz bal kişand ser berdêla mezin a hatiye dayîn û got, "Ew şehîdên têkoşîna azadiyê ne. Ew hevalên Serok Apo ne û ew asta herî bilind in." Dûrmaz destnîşan kir ku weke gelê Gever û Colemêrgê ewê têkoşîna cangoriyên Kurdistanê dewam bikin.

Dûre endamên YDG-H li goristanê ji çar rêzan dest bi meşê kirin. Piştî meşê ciwanekî rûpêçandî axivî û destnîşan kir ku ew ji şerê gel re amade ye û got, "Di kesayetiya Şehîd Reşît, Veysel, Bêmal û Rûken de em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin. Em soz didin ku emê tola şehîdan hilînin. Şehîd namirin."

Piştî ku cenaze hat veşartin, ciwan ber bi navenda navçeyê ve dest bi meşê kirin. Lê belê polîsan bi bombeya gazê û fîşekên plastîk dest li ciwanan werdan. Pevçûna navbera polîs û ciwanan dewam dike.