Bêmal Tokçû jiyana xwe ji dest da
Bêmal Tokçû jiyana xwe ji dest da
Bêmal Tokçû jiyana xwe ji dest da
Ciwanê 25 salî Bêmal Tokçû ku di merasîma cenazeyên Mehmet Reşît Îşbîlir û biraziyê wî Veysel Îşbilir ên ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin de rastî êrîşa polîsan hat û bi guleya polîsan birîndar bû, li Wanê jiyana xwe ji dest da.
Li Navçeya Geverê ya Colemêrgê di 6'ê Kanûnê de girseya ku xwest xerakirina gorên gerîlayên HPG'ê şerezar bike rastî destwerdana polîsan a bi çek hatibûn. Di destwerdana polîsan de Mehmet Reşît Îşbîlîr û biraziyê wî Veysel Îşbîlîr bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dabûn. Di 7'ê Kanûnê de li Geverê cenazeyên ap û birazê ji aliyê 10 hezaran kesan ve hat definkirin.
Di merasîma cenaze de polîsan dîsa bi bombeyên gazê û çekan dest li girseyê werdan û ciwanê 25 salî Bêmal Tokçû bi giranî birîndar kirin. Bêmal Tokçû yê li Geverê bi guleya polîsan bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yuzuncu Yılê ya Wanê.
Bêmal Tokçû ji ber mejiyê wî mir, di roja 4'an li Nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Hat diyarkirin ku cenazeyê Tokçû li benda rapora otopisyê ye. Malbatê diyar kir ku piştî otopsiye xwest cenazeyê Tokçû bibin Gundê Alakana, lê li ser daxwaza gel dê cenaze bibin Goristana Bajêrge ya Geverê bi girseyî defin bikin.
Bi mirina Tokçû re hejmara kesên ji ber gulereşandina polîsan li Geverê jiyana xwe ji dest dan, derket 3'an.
Geveriyên xwestin êrîşa li dijî gorên 8 gerîlayên HPG'ê protesto bikin, di 8'ê Kanûnê de li navenda navçeyê meşek lidar xistin. Piştî meşê daxuyanî li çapemeniyê hat dayîn, lê belê ji ber êrîşa polîsan pevçûn derket.
Li Geverê tîmên taybet ên polîsan ji maşînên zirxî yên bi navê 'Cobra' gule li ciwanan reşandin.
Di encama gulereşandina polîsan de ap û birazên hev Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr ên li Sîteya Pîşeyî ya Geverê dikandarî dikirin, jiyana xwe ji dest dan.
Li dû komkujiyê çapemeniya navendî û dewletê mîna qetilkirina Ûgûr Kaymaz, Şahîn Oner û Ceylan Onkol îdîa kirin ku yên hatine kuştin 'terorîst in' û çek bikaranîne. Hînê cenaze li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê bû û ti lêkolîn nehatibû destpêkirin Walîtiya Colemêrgê îdîa kir û ap û birazê 'endamên rêxistinê ne' û gule li polîsan reşandine.
Lê belê li cihê bûyerê bi sedan fîşek hatin dîtin. Di encama otopsiya pêşî ya li Wanê de derket holê ku Mehmet Reşît Îşbîlîr bi 6 û Veysel Îşbîlîr jî bi 2 guleyan jiyana xwe ji dest daye.
Tîmên taybet ên polîsên Tirk dûre avêtin ser nexweşxaneyê, cenaze bi erdê re kaş kirin û hewl dan cenazeyan birevînin. Geveriyan xwe gihandin nexweşxaneyê û piştî ku cenazeyên xwe ji destê polîsan girtin, polîsan dest bi lêdanê kirin, camên nexweşxaneyê şikandin û bombeya gazê bikaranîn.
Li navçeyê 4 rojan xwepêşandanan dewam kirin.
Merasîma cenazeyên ap û birazê Îşbîlîr bi beşdariya deh hezaran kesan pêk hat.
Piştî merasîma cenaze tablo careke din dûbare bû. Polîsan dîsa gule li girseyê reşandin. Di encama gulereşandinê de fîşekek li serê Bêmal Tokçû ket û bi giranî birîndar bû.
Vê carê jî Muduriyeta Giştî ya Emniyetê daxuyaniyek da û îdîa kir ku bavê 2 zarokan Tokçû 'terorîst e' û gule li polîsan reşandiye.