Bêmal Tokçu mirina mejî derbas kir
Bêmal Tokçu mirina mejî derbas kir
Bêmal Tokçu mirina mejî derbas kir
Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, têkildarî rewşa Bêmal Tokçu yê li Geverê bi guleya polîsan bi girani birîndar bû daxuyanî da. Uçer, anî ziman ku Tokçu mirina mejî derbas kir.
Duh polîsan mudaxaleyî girseya tev li merasima cenazeyên Mehmet Reşît Îşbîlîr û biraziyê wî Veysel Îşbîlîr yên ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin kir. Di mudaxaleya polîsan de welatiyê 25 salî Bêmal Tokçu di mudaxaleya polîsan de ji serê xwe bi guleya polîsan bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Lêkolin û Perwerdehiye ya Yuzuncu Yilê. Bêmal Tokçu ku 2 rojin di koma de ye mejiyê wî mir. Xizmê Tokçu Abdurrahim Atilgan, ani ziman ku doktoran heviya xwe ji jiyana Tokçu birîye û diyar kirine ku êdî tiştekî bikin tune.
Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer ku çû agahî ji doktorên Toku girt, daxuyanî da û anî ziman ku Tokçu mirina mejî derbas kir. Uçer, anî ziman ku doktoran agahiya Tokçu ketiye jiyana nebatê û mirina mejî derbas kiriye.