Bendewariya malbatên leşkeran veguherî hêviyê
Bendewariya malbatên leşkeran veguherî hêviyê
Bendewariya malbatên leşkeran veguherî hêviyê
Malbatên leşker, polîs û girtiyên din ên ji aliyê HPG’ê ve dil hatine girtin, piştî bangewaziya Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di dema hevdîtina heyeta BDP’ê de kiribû, ji bo malbatan bû hêvî. Piştî peyama Ocalan ku gotibû; ‘Dive devlet girtiyên di bin navê KCK’ê de hatine girtine û PKK jî leşker û polîsên dîl girtine berde’ malbatên leşkerên ligel HPG’ê girtî ne, ketin nava liv û tevgerê.
Malbatên leşkerên ku ev demeke dirêje zarokên wan ji aliyê HPG’ê ve dîl hatine girtin û dewlet jî li dijî vê denge û xwedî lê dernakeve, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wan bû hêvî. Bavê leşkerî dilgirtî yê serbasz Abdullah Sopçeler, Huseyîn Sopçler der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û wiha got: “Tu tişt ne xema me ye. Em ev 596 roj in hesreta kurê xwe dikişînin. Êdî em dixwazin ev bi dawî be. Divê êdî devleta tirk ji bo çareseriyê bersivek erênî bide.”
Bavê polîsê bi navê Nadîr Ozgen ku di destê HPG’ê de ye, Hîdayet Ozgen jî kêfxweşiya xwe ya ji bo peyama Ocalan anî ziman û wiha got: “Dilê me bi kul e. Lê piştî vê peyamê hêviyek bo me çêbû. Ev nêzî salekê ye em hesreta kurê xwe dikişînin.”
Roja 23’yê sibatê şandeya BDP’ê ya ji Parlementerên BDP’ê Pervîn Buldan, Altan Tan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn. L ser navê şandeyê Cîgira Serokê BDP'ê Pervîn Buldan daxuyaniyeke kin da xebatkarên çapemeniyê wiha got: "Berî her tiştî ez spasiyê dikim. Ez dixwazim daxuyaniyekî kin a Birêz Ocalan bi were parve bikin. Berî her tiştî ez silavên xwe ji xebatkarên çapemeniyê re dişînim. Berî her tiştî ez ji ber hurmeta kedkarên çapemeniyê vê daxuyaniyê dikim. Ev hevdîtin gavekî dîrokî ye. Em pêvajoyekî dîrokî dijîn. Divê hemû alî di vê pêvajoyê de gelek baldar bin. Di destê dewletê de girtî hene. Di destê PKK'ê de jî girtî hene. Hêvî dikim ku PKK baş berê xwe dide girtiyên di destê wan de û di demekî kin de bigihijin malbatên xwe."
Pervîn Buldan, diyar kir ku têkildarî hevdîtinê de dê rojên pêş de Hevserokên Giştî yên BDP'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.