Ber bi sînor ve tevgera hewayî û veguhestina leşkeran

Ber bi sînor ve tevgera hewayî û veguhestina leşkeran

Tevgera helîkopteran a serê sibê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê destpê kir berdewam dike.

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê tevgera hewayî ya di demjimêrên sibê de dest pê kir berdewam dike. Helîkopterên ji aliyê navçeya Geverê ve hatin li yekîneyên leşkeran ên navçeyê hatin xwarê. Helîkopter piştî demekê ji fermandariya leşkeran careke din rabûn û ber bi sînorê Başûrê Kurdistanê ve leşker veguhestin.

Hate ragihandin ku, bi helîkopteran yekîneyên taybet li Xarane, Gewriya Zînî, Bêgozan, Salaran û Bînsûrî yên li bejahiyên gundên Nehîr û Çem hatin bicihkirin.