Ber bi sînor ve veguhestina leşkerî

Ber bi sînor ve veguhestina leşkerî

 Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê liv û tevgera leşkerî dest pê kir.

Karwanê leşkerî ku ji 20 wesayîtên zirxî pêk dihat serê sibê ji Navçeya Geverê derketin û ber bi navçeya Şemzînanê ve bi rê ketin. Karwanê leşkerî ku ji wesayîtên zirxî û “Jammer”an pêk dihat, ber bi herêma 3'emîn Tabura Komando ya Taktika Çiyê û 34'emîn Fermantariya Tûgaya Hidud derketin rê. Karwan ber bi Rûbarokê ve rêwitiya xwe berdewam dike. Li aliyê din li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî liv û tevgera hewayî û helîkopteran berdewam dike.

Hat zanin ku, helîkopterên ji Gevere rabûn ber bi sînorê başûrê Kurdistanê û Rûbarokê ve çûn.