Ber bi sînor ve veguhestina leşkerî didome

Ber bi sînor ve veguhestina leşkerî didome

Ji Şemzînanê ber bi herêma Rûbarokê ve veguhestina leşkerî û cebilxaneyan didome.

Wesayîtên zirxî yên kîrpî ku ji navçeya Geverê ya Colemêrgê tên ber bi yekîneyên leşkerî yên li ser Başûrê Kurdistanê bajarokê Rûbarokê yê Şemzînanê ve veguhestina leşkerî û cebilxaneyan dike. Karwana leşkerî ji 34’mîn Fermandariya Tûgaya Sînor ya Şemzînanê ber bi Bajarokê Rûbarokê ve tevger kir. Karwana leşkerî ya di nav bazara navendê de derbaz bû, hate dîtin ku wesayîta Jammer ya frekansa xirab dike jî li gele.

Weke din jî hate ragihandin ku, li gundê Navberoja yê ser bi bajarokê Rûbarokê 7 noqteyên kontrolê hatine danîn û lêgerîna welatiyan dikin. Hate diyarkirin ku, welatiyên ji Gever û Şemzînanê tên serdana xizmên wan yên li bajarokê Rûbarokê rûdinin, gelek caran rastî pêkanînên keyfî tên.