Ber bi Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê
Ber bi Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê
Ber bi Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê
Netew-Dewleta ku bi pêşketina hevkariya (Sembolîzma) dij faşîst ya dinav bera hevkêşeya (denklem) dewletên Rojhilata Navîn de îro ji bo ku nakokiyên xwe derbas bike lêgerînên xwe yên ji pergalek nû didomîne
Bivê ve têkildar dema ku em şoreşa li dewletên ereban jî ya “Bihara Gelan” dinirxînin, em dikarin bibêjin ku ev pêvajo kapîtalîzma kurewî ya ku ji bo temenê xwe dirêj bike û li ser niga bimîne dîtina guhertineke mecbûriye. Pitî diktatorên tên hilweşandin û avakirin hikûmetên nû jî ji aliyê gel ve nayên qebûl kirin bi vê nakokiya pergalê ve ango sedemê vê girêdayî ye.
Lê belê di demokrasiyên rastî de û di diyardeya rêveberiya demokrasiyê de ne şangistên (unsur) spartî hêzê rêgeza demokrasiyê û pratîkên wê esasin. Înşa kirina netewên têkildarî li ser hîma demokrasiyê bi dilxwezî, aqil û îdeala azadiyê encax çê bide. Pêwîste ev jî bê diyarkirin ku têkiliyan vê sazbûna (yapılanma) Xweseriya Demokratîk û Netew-dewletan heta dawî ne li ser şer e.
Di rejîma Sûriyeyê de piştî ku di encama jiyankirina rewşeke kaotîk de pêvajoyek awarte hat meşandin, kurdên ku li Rojava jiyandikin ji bi pêşengtiya PYD’ê re pêngavek dan destpêkirin û li devê riya çareseriyê cih girtin. Naveroka rêxistiniya wan; ji netew-dewletê hatiye sazber û paqij kirin. Ev proje Xweseriya Demokratîk e. Ev model di domahiya dîrokê de di hemû pirsgirêkên netewan de ji tek riya çareseriya ku di destê netew- dewlet tê çareserkirin û li ser civakan tê lê ferz kirin cûda ye.
Di nav xwe de ev projeya çareseriyê bi awayekî pratîk li ser du riyan tê meşandin. Riya yekemîn; Di netew-dewletan re li hevhatinê esas digire. Lewma kurdên ku niha li Rojava jiyan dikin yên ku ji aliyê komara Tirkiyeyê ve wekî xetereyek tên dîtin, îro ji bo li hev hatinê vekiriye. Li hev hatina beramberî hevdu nasîn û qebûlkirin niha wî derfetên dîrokî civakî dide. Ji xwe PYD’ê ev bi awayekî vekirî aşkera kir. Dîsa gelek caran diyarkirin ku têgihîştina wan ya ji hêla dewleta Tirkiyeyê ya wekî “xeter” dîtin ne rast e. Lewre Xweseriya Demokratîk ji mîrateya dîrokî-civakî ya hemû gelan û çandan re rêz nîşan dide. Dema ku em ji vî alî mêze dikin têkilî û nêzîkatiya kurd û tirkan li gor vê hîmê gunca xuya dike. Ji ber vê dev ji berdana hemû polîtîkayên înkar û îmhayê ya ku netew-dewleta tirk li ser gelê Rojava dike dê ji bo berjewendiya wan jî be. Lewre hem di aliyê aborî hem jî di aliyê siyasî yên ku winda dike komara Tirkiyeyê ye. Çareserkirina pirsgirêka kurd ya dinav bi xwera hevkêşeya navneteweyî û herêmî de riya esas û bi wate ya ku ne bi tundiyê û cûdakariyê bi aştiyê û biratiya herî pîroz qebûlkirina Xweseriya Demokratîk ya Rojava ya Kurdistan e. Riya stratejîk ya ku bi tirkî yê jî bide qezenckirin ev e. Ji bilî riyê pêwîst e bê dizanin ku hemû riyên din dê pirsgirêkan paşve biavêje, şer gur bike û nakokiyê kûr bike. Ev ê bi xwe re şer dijwar bike. Ev jî jixwe cûdabûn ango veqetandin e.
Heke netew-dewleta tirk vê riyê nepejirîne dê rojava ya Kurdistan riya duyemîn ango avabûna (yapılanma) projeya Xweseriya Demokratîk ji aliyekî ve ji bo ku şên ber bibe dê riya xwe kûr û hewldanên xwe xurt bike. Niha polîtîka û pratîka wan li ser xwe bi xwe bi rêvebirin û sazbûyîna Xweseriya Demokratîk înşakirin.
Li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo ku ev model têkeve meriyetê têkoşîn tê dayîn. Serkeftinên kurdên Rojava mînakek şênber ya Xweseriya Demokratîk îfade dike. Pergal ji bilî “hebûna xwe parastinê û ji bo jiyanek azad berxwedana topyekun” pê ve tu şansekî din nade. Ango her dem wan di pozisyona didomîne ji aliyekî din jî ji bo ku hebûna xwe biparêze parastina cewherî esas digire.
Tevgera Azadiya Gelê Kurdistan bi tecrûbe, rêxistinî û bihişmendiya xwe ya çil salan e bi awayekî rehet dikare vê seknê nîşan bide ango ev hêza wan heye. Lewre konjektur û sazbûyîna herêmî îro ji hemû dema bêtir guncav e. Heta em dikarin bibêjin ku sedsala 21’emîn dê bibe sedema azadiya gelê kurd. Kurdên Rojava îro ji aliyekî bi hêzên muxalefetê re têdikoşe û ji aliyekî din ji hewldanên xwe yên ji bo înşakirina rêveberiya cewherî didomîne. Em dibin şahid ku li Serêkanî, Kobanê, Dêrikê û li gelek cihên din meclisên gelan tên avakirin û saziyên ji bo çandê, aborî, siyasî, civakî û hwd. tên sazkirin. Bi rastî ev geşedan di nav xwe de yek bi yek şoreşekê îfade dike. Wekî tê dizanîn ku di xwezaya polîtîkayê de azadî heye. Gelê azad gelê polîtîk e. Em vê rastiyê dikarin di şexsê gelê Rojava de bibînin. Lewre gelê Rojava niha gelekî polîtîk ango azad e.
Divê em vê rastiyê jî bibînin; serkeftinên Rojava ne tenê bi vê têkoşîna salên dawî ve têkildar e. Dema ku em wisa binirxînin em ê têkevin kêmasiyê. Lewre birêz OCALAN hîna di dema salên 80’î de bi gelê Rojava re mijûl bû û manewiyat û girîngî da afirandin. Ev serkeftinên dawî bi têkoşîna wê demê re peywendîdar e. Gelê Rojava sedan şehîd dan, bi sedan li zîndanan berxwedanek dîrokî nîşan dane, dîsa gelê welatparêz jî têkoşînek bê hempa li hemberî pergalê nîşan dan. Ev şoreş li ser vê berxwedanê û kedê şîn û bilind bûye.
Ji bo ku Xweseriya Demokratîk a Rojava bi wateyek bigihîje serkeftinê pêwîst e li her sê parçeyên din jî têkoşîn were xurtkirin. Lewre hemû parçe bi hev re girêdayîne. Piştî ku li her çar parçeyan netewbûyînek hat bidestxistin û pirgirêka kurd hat çareserkirin dê ji bo gelên herêmî yên din jî bi xwe re serkeftineke pîroz bîne.
*Azadiya Welat