Berbang êdî strana payîzê distirê
Berbang êdî strana payîzê distirê
Berbang êdî strana payîzê distirê
Jiyan ku li gel ya tê xuyakirin ev qasî jî efsûniyan di nav xwe de hildigire bi ked, xwêdan, hewldan û ya herî girîng bi berdêldayîna herî mezin a ji bo başî û xweşikiyan bi hemû zelaliya xwe erk û wezîfeyan li ser milê mirov jî bar dike. Mirov dema ji dayik dibe û şûnde dema digihêje temenekî ku dikeve ferqa hin tiştan pirs, lêpirsîn, lêgerîn û hwd. diyarde ji bo keşfkirin û bên zanîn di hizran de xwe bi cih dikin. Ev xusûs bi tevayî dema mijar dibe Kurd, Kurdistan, dagirkerî, welatekî çar parçe, zilm, çavneberî, xiyanet, ligel wan hemûyan berxwedan û têkoşîna bêhempa xwe hîn zêdetir ji bo gelekî bi navê Kurd û Kurdistaniyan dide nîşandan.
Di dîrokeke wer mûcîzewî de jiyan ku nabe qismet ji her kesî re di nav têkoşîneke li hemberî herî cure xerabiyan têkoşîn jî nabe nesîb ji her gel û mirovan re.
Yilmaz bi nasnav Merwan di dem û pêvajoyeke wiha dîrokî de çavên xwe ku li jiyanê vedike hema bîr dibe bîr nabe xwe di nav tevger û mirovên ku sond xwarine têk bin zilmê û xiyanetê û careke ne li Kurdistan ne jî li ser tu axan şîn neyên careke din tov û bizrên ku diêşînin can û dişewitînin kezeba dayikan.
YILMAZ BI HESRET LI BENDA WAN DIMA
Yek ji şervanên xweşik, leheng û şîrîn. Yanî yek ji wan gerîllayên herî bijarte û bi tevahiya hebûna xwe fedayiyên mirovatiya pêşverû û jiyana ku divê weke navê mirovatiyê bi esalet û hêja were jiyîn.
Yilmaz Şengul, di sala 1981’ê de li gundê Şîrîş ê girêdayî Qilabanê ji dayik dibe. Dema Yilmaz 3 salî ye Tevgera Azadiya Kurdistan bi Pêngava 15’ê Tebaxê re dest bi şerê çekdarî dike. Bandora vê têkoşînê li gundê Yilmaz jî dike. Her diçe êdî şer pêş dikeve û gerîllayên Kurdistan der barê rewşa heyî de gel agahdar dikin. Di wan salan de Yilmaz tevî ku temenî Wî biçûk jî bû ji gerîllayan bi tesîr dibe. Her ku gerîlla dihatin gund û bi taybet mala wan ji cil û bergên wan bigirin heta sîlehên wan pir bala Yilmaz dikişand. Beşişbûn, rûkenî, awir, axaftin, rabûn û rûniştin, xwarin û vexwarina wan ne tenê bala Yilmaz a her mirovê/î dikişand. Lewma gel bi dilsoziyeke mezin bi Tevgera Azadiya Kurdistan ve dihat girêdan û bi taybet zarok û ciwan.
Dema hin rojan hatina gerîllayan dereng dima Yilmaz bi hesret li benda wan dima. Û her çav û guhên Wî li ser derî bûn bê ka wê kengî werin, li derî bidin û bi kenekî ji bawerzîn û hêviya azadiyê ji Yilmaz re bêjin “Merhaba Heval”.
Dema gerîllayan ji Yilmaz pirs dikir û digotin, “Dema tu mezin bibî tê tevlî me bibî?” Yilmaz bi coş û heyecaneke mezin digot, “Erê.” Evîna Yilmaz her diçû bi temenê Wî re mezin dibû. Her kêlî di nav xeyalên çûna çiyayên Kurdistan de bû. Di xewnên xwe yên şîrîn de sîleh di dest, cil û bergên gerîlla li ser di nav gerîllayên Kurdistan de cihê xwe digirt.
Ber bi salên 1990’î ve têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistan tesîreke bi heyecan û coş tevayî toz û axa bi sedê salan a hêvî û azadiyê radikir. Ref bi ref ciwan berê xwe didin çiyayên Kurdistan, li her cihên ku Kurd lê dijîn bi ruhê serhildan û berxwedanê bi felsefe û bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd re ji bo jiyaneke bi rûmet û Kurdê azad li hemberî dewleta dagirker serî radikin. Tevî zext, girtin, êşkence û komkujiyan jî dewleta dagirker nikare êdî gelê Kurd ji rêya wî ya azadiyê dûr bixe. Nikare dilsozî û girêdana gelê Kurd a ji Rêbertî, Tevgera Azadiya Kurdistan û gerîllayên Kurdistan re asteng bike.
Di pêvajoyeke wiha de Yilmaz ku 11 salî ye êdî bi her awayî bi biryar e beşdarî Tevgera Azadiya Kurdistan bibe. Yilmaz bi du hevalên xwe re dikeve ser rêya ber bi azadî û rûmetê ve. Navê Yilmaz ê nav Tevgerê dibe Merwan Cangîr. Gerîlla Merwan di zarokatiya xwe de xeyal û hêviyên xwe dijî bê ku taloq bike û bê ku jiyaneke ji rêzê layiqî xwe bibîne; bi hemû zindîbûn û zelaliyê.
Gerîlla Merwan dibe çavkaniya coş, kêfxweşî, îrade û hêza hevalên xwe. Piştî 6 mehan ku li Kêla Memê dimîne û şûnde derbasî Besta dibe û bi qasî çend mehan ku perwerdeyê dibîne cihê xwe di yekîneya ewlekariya yek ji pêşengê Tevgera Azadiya Kurdistan de digire. Gerîlla Merwan Cangîr ku bi qasî sal û nîvekê di vê wezîfeya xwe de dimîne, di şêwazê jiyan û têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistan de di kesayeta xwe de xwe pir baş pêş dixe.
Gerîlla Merwan Cangîr piştî ku salekê li Heftanînê dimîne, verastkirina Wî ji bo herêma Mêrdînê Bagokê çêdibe. Bagok, ku bi şerê xwe yê destanî ji serhildana Nisêbînê re dibe çavkanî û diherike nav tevayî reh û damarên Kurdistan, gelekî ji Gerîlla Merwan Cangîr hez dike û di heman demê de Ew jî pir ji Bagokê hez dike.
Serê Avê ango Ava Spî dilê xwe yê hênik û pak ji Merwan û hevalên wî re vedike û bi mexrûriya dîtina şervanên azadiyê bi kelecan diherike nav xaka welat, xaka Kurdistan.
DI BERBANGEKE KU HÎN AXÎN DI XEW DE
Piştî demekê û şûnde ku xatirê xwe ji Bagoka bi heybet dixwaze derbasî Gabarê dibe; Gabara di dilê her gerîllayekê û gerîllayekî de hesret e ku tim û tim dixwazin bibînin û li wir şer bikin da ku bibin layiqî Fermandarê Mezin Egîd. Yilmaz 2 salan li Gabarê dimîne, beşdarî gelek çalakiyan dibe û her serketî ye.
Di sala 1997’an Gerîlla Merwan Cangîr bi 9 hevalên xwe re ji Gabarê ber bi Bagokê ve dikeve rê. Çalakiyeke serketî li dar dixin û paşde vedigerin. Lê belê dema dixwazin çemê Dîcle derbas bikin, qeyika wan, binav dibe. Ji komê hinek gerîlla rizgar dibin; lê belê Gerîlla Merwan Cangîr û çend hevalên xwe di ava çemê Dîcleyê de tevlî Nemirên Kurdistan dibin.
Xatir ji hevalên xwe xwest Merwan xatirê bi hêviya serketinê û bi baweriya wê armanc û têkoşîna wan teqez bigihêje serketinê ber bi bêmiriniyê ve ket rê.
Lewma dema hevalên wan behsa bîranînên wan dikin rûken in ango bi awayekî xwezayî ken peyda dibû li ser rûyê wan. Mîna wê helbesta ku gerîllayekî di hizrên bi her awayî di şiverêyên ku Merwan têre derbas bibûn de diponijî di rûpelên lênûska xwe de dinivîsand.
“Di berbangeke ku hîn axîn di xew de/ Her wiha şopên xewê ku hîn li ser asîman bûn/ Te xatir xwest/ Ji bo/ Di xeyalên zarokan de/ Hêviyên şîn ên azadiyê bikî diyarî/ Kêfxweşiya te/ Di çûna te ya ku/ Te pêwîst nedidît li paş xwe binihêrî de dihat fêmkirin/ Bextewar bûn stêrk ji bo bibûn şahidên vê kêliyê/ Heval/ Lê, em di gewriya me de/ Girêkek ji girî li te dinihêrîn/ Ax heval/ Berbang êdî strana payîzê distirên/ Zeîf dibin, zer û bi xem/ Ew hestên veqetînê/ Hemû beden dixe bin bandora xwe/ Paşê jî perdeya sawê/ Heval/ Di vê sibeha ku ba bêhnê li mirov diçikînê de/ Ewrên ji veqetîna te/ Birûskên ji deman bêpar/ Radixe li ser rûyê jiyanê/ Bi hêviyên: “Ha niha derkeve were”/ Taqet nahêle bi jînê re/ Hizrên min di ponijandinên ku/ Êdî wate jî jê westiyane de diçe...