Berberiyan piştgirî dan Rojava

Berberiyan piştgirî dan Rojava

Tevgera Xweseriyê ya ji bo Kabylie (MAK) bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî êrîşên li dijî Kurdan nerazîbûn nîşan da û got, "Em piştgiriyê didin Kurdan ku hem li dijî rejîma Beşar Esad hem jî li hemberî cîhadperestan şer dikin."

Serokê MAK'ê Bouazîz Aît Chebîb bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser giranbûna şerê li Sûriyê ku her roj bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest didin û got, "Civaka navnetewî, di navbera partîzanên rejîma Beşar Esad û cîhadperestan de parçe bûye."

Chebîb ragihand ku di nava vê xemsariya civaka navntewî de Kurd di nava şerekî giran de mane û diyar kir ku piştî daxuyaniya Kurdan a ji bo avakirina rêveberiyeke demkî, cîhatperestan dest bi qirkirina Kurdan kirine. Serokê MAK'ê da xuyakirin ku ev sûcê li dijî mirovahiyê li ber çavên cîhanê tên kirin.

Serokê MAK'ê bibîr xist ku ti dewletan komkujî şermerzar nekirine û destnîşan kir ku hînê di mijara gel û mafên mirovan de cotstandartî heye.

MAK li Cezayîrê ji bo gelê Kabiliyê têkoşînê dide ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bike.