Berdevkê YNK'ê: Haya me ji biryara li dij Salih Muslim nîne

Berdevkê YNK'ê: Haya me ji biryara li dij Salih Muslim nîne

Piştî ku hate zanîn Hikumta Herêma Kurdistanê ketina Hevserokê PYD’ê Salih Muslim a ji bo xaka başûrê Kurdistanê qedexe kiriye, gelek sazî û partiyên siyasî vê helwesta Hikumeta Herêma Kurdistanê şermezar kirin. Nerazîbûnek jî ji berdevkê fermî yê Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan YNK Azad Cundiyanî hat. Cundiyanî got: “Em wekî YNK’ê haya me ji vê biryara li dij Salih Muslim a ji bo hatina Başûrê Kurdistanê nîne.”

Piştî ku hate zanîn destûra derbasbûna Hevserokê Partiya Yeketiya Demokratîk PYD Salih Muslim, ya ji bo başûrê Kurdistanê hatiye asteng kirin, gelek partî û rêxistinên sivîl yên Kurdistanê nerazîbûnek tund nîşanî vê helwesta Hikumeta Başûrê Kurdistanê dan. 

Der barê biryarê de berdevkê fermî yê Yeketiya Nîştimaniya Kurdistan YNK’ê Azad Cundiyanî, bi daxuyaniyek taybet ji bo ANF’ê ragihand ku, haya wan ji vê biryarê nîne û wiha got: “ Bi rastî jî haya me ji vê biryarê nîne kê daye, çawa derxistine, gelo ji aliyê hikumetê ve hatiye derxistin yan jî ji dervey hikumetê ev biryar hatiye dayîn em nizanin. Lê belê di hemû deman de em wekî Yekitiya Nîştimanî a Kurdistan YNK, dibêjin; di demek wekî niha de pêwîste deriyê sînor hertim li xelkê Rojava vekirî be, pêwîste ev deriyê sinor ti demek li ser gelê Rojava yan jî kesayetek wekî Salih Muslim neyê girtin.”

Cundiyanî di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “ pêwîste deriyê sînor vekirî be, ne tenê ji bo birêz Salih Muslim, bila ji bo hemû kesên ku ji bo şoreşa Rojavayê Kurdistanê di nava kar û xebatên siyasî de ne vekirîbe. Her kesê ku di nava kar û barên siyasî kijan alî dibe bila bibe, pêwîste deriyê sînor ê Başûrê Kurdistanê li ber wan vekirî be ji bo bikarin bên Başûrê Kurdistanê yan jî biçin ji dervey welat.”

Di dawiya daxuyaniya xwede Cundiyanî piştrast kir ku, “pêwîste di demek wekî aniha de, pirsgirêkên bi vî rengî Hikumeta Herêmê di zûtirîn dem de çareser bikin.”